ROJAVA – Leşkerên tirk li ser sînor 2 kes birîndar kirin

21-02-2017
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amûdê Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê cotkarekî kurd û kurê wî bi guleyên leşkerên Artêşa Tirkiyê birîndar bûn.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Amûdê ragihand, ku duh êvarê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê cotkarekî kurd û kurê wî bûne amanca guleyên leşkerên tirk.

 

Çavkaniya ji Amûdê da zanîn, ku Şemsedîn Muradê 45 salî û kurê wî yê 17 salî, di nav zeviya xwe de, li gundê Kemaliyê ya rojavayê bajarê Amûdê, çandinî dikirin.

 

Di encama gulebaranê de Şemsedîn bi sivikî birîndar bûye lê kurê wî 3 gule di lingê xwe de xwarine.

 

Herdu birîndar ji bo çareseriya pizîşkî veguhastine Nexweşxaneya Amûdê.

 

Tê zanîn, ku bi berdewamî leşkerên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê welatiyan gulebaran dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst