Li Meletiyê erdhej çêbû

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îzoluyê ya parêzgeha Meletiya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Îzoluyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 15:41ê çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,7 kîlometre bûye.

Parêzgarê Meletiyê Ersin Yazici jî ragihand ku di wê erdhejê de ti zererên canî û madî çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst