Parlamenterê berê yê Ermenî: Kurdan ti caran zilm li Ermeniyan nekirine

21-01-2020
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Dêra Ermenî ya Ortodoks Yêrwend Emînyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yêrwend Emînyan ku bixwe Ermenî ye ragihand ku li herêmê ti caran ji aliyên Kurdan ve weke netew zilm li Ermeniyan nehatiye kirin.

Endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yêrwend Emînyan beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê peywendiyên Kurd û Ermeniyan axivî û got ku peywendiyên herdu gelan vedigere dîrokeke kevn.

Yêrwend Emînyan, li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkissian a li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê got ku ew ne hevdîtina yekemîn a  Barzanî û Sarkissian ye û wiha pê de çû: “Bi rastî peywendiyên Ermenî û Kurdan ne niha, lê ji kevn ve heye û dîrokek dirêj ligel hev borandine, çi xirab çi baş be. Lê niha peywendiyeke baş hene. Em pê şanaziyê dikin îro Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Ermenistanê hevdîtinê dikin.”

Emînyan amaje kir ku Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de pêşwaziyeke baş ligel Ermeniyan kiriye û derbarê vê yekê de wiha axivî: “Ji ber şerê DAIŞê, hejmareke zêde ya Ermeniyan ji Bexda, Kerkûk û Mûsilê hatin Herêma Kurdistanê, çimkî ev der ciheke aram e.”

Derbarê peywendiyên Kurd û Ermeniyan de Emînyan dibêje: “Kurd û Ermenî du neteweyên gelek nêzîkî hev in, ji aliyê etnîkî ve herdu jî arî ne û zimanê wan Hind-Ewropî ye û weke birayên hev in. Herdu gel jî tûşî zilmê bûne. Îro li parlamentoya Kurdistanê parlamenterê Ermenî û li parlamentoya Ermenistanê jî parlamenterê Kurd hene. Ev peywendiya di navbera herdu aliyan cihê kêfxweşiyê ye. Zêdeyî 300 xwendekarên Kurd li zanîngehên Ermenistanê dixwînin.

Ermen û Kurd ji kevn de ligel hev bûne, di heyama jenosîda Ermeniyan a sala 1921an de Şêx Ehmed û Mela Mistefa Barzanî bi hawara Ermeniyan çûn. Ev di dîrokê de hate tomarkirin. Berê sed salan dema Ermenî hatin Zaxoyê kesê ji wan nepirsî hûn Ermenî ne çima hûn hatine Kurdistanê, berêvajoyê wê yekê hêsankarî ji wan re kirin tevî ku çekên wan jî hebûn. Ti caran li vê derê weke netewe zilm ji aliyê Kurdan ve li Ermeniyan nehatiya kirin.”

Emînyan da zanîn ku biryar e di meha Adar an jî Nîsanê de li Hewlêrê konsulxaneya Ermenistanê vedibe û herwiha got ku ji bo bihêzkirina peywendiyan divê nûnertiya Herêma Kurdistanê li Ermenistanê jî were vekirin.

Siyasetmedarê Ermenî bibîr xist ku bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mezintirîn klîseya Ermeniyan li Hewlêrê hate vekirin û çend metranên Ermenî yên li cîhanî beşdarî merasima vekirina wê klîseyê bûne.

Yêrwend Emînyan herwiha da zanîn ku li Herêma Kurdistanê derdora 3 hezar xelkê Ermenî hene û ew li deverên xwe, zarokên wan bi zimanê xwe perwerde dibin û mafê wan di yasayên Herêma Kurdistanê de hatine parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst