HSDê li Dêrezorê emîrekî DAIŞê girt

20-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li navçeya Elkesrê ya Dêrezorê emîrekî DAIŞê hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ragihand ku hêzên wan bi hevahengî ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di operasyonên xwe de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam in.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin ku, roja Înê 16yê Kanûna 2022yan, hêzên HSDê ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeya Elkesrê, li gundewarê rojavayê Dêrezorê, di operasyoneke ewlehî de, emîrekî xwecihî yê DAIŞê girtin.

Her li gorî daxuyaniya HSDê, ew emîrê DAIŞê berbirsyarê organîzekirina şaneyên rêxistinê bûye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê nîşanê bi wê yekê jî dide, di dema du heftiyan de, wan hêzan bi hevbeşî ligel Hêzên Hevpeymanan, 5 operasyonên ewlehî encam dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst