Li Qers, Erzirom û Erdexanê rêyên 261 gundan hatin girtin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Berf Baran Lehî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers, Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, rêyên 261 gundan hatin girtin.

Pêleke berf û baranê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Ji ber berf û baranê rêyên gundan hatin girtin, bûyerên trafîkê çêbûn û mal di bin avê de man.

Li Erzirom û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 251 gundan hatin girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê dest bi xebatên vekirina rêyan kirin.

Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê rêyên 7 gundan û li parêzgeha Erdexanê jî rêyên 3 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Li her du parêzgehan tîmên Saziya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin.

Parêzgarê Erdexanê Hayretîn Çîçek li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:

“Heta pêwîst nebe divê kesek dernekeve trafîkê û kesên neçar dimînin jî bila lastîkên berfê, zincîr û werîsan bikar bînin.”

Li aliyê din, li parêzgeha Êlihê malbatek li ber lehiyê çû û pîrekê û 3 neviyên wê canê xwe ji dest da, ji heman malbatê 3 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst