Li Dîlokê bi roketan êriş kirin

20-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gilgamêşê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, îşev 20ê Mijdarê 4 roket li qadeke vala ketin erdê.

Medyaya Tirkiyê ya fermî ragihand, 4 roketên ku ji bakurê Sûriyê hatine avêtin li navçeya Gilgamêşê ya Dîlokê li qadeke vala li erdê ketine.

Medyaya Tirkiyê ya fermî îdia dike, ku roket ji aliyê YPGê ve hatine avêtin. Hêzên emnî li li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

Herwiha îro ber êvarî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di êrîşa bo ser Deriyê Sînorî yê Oncupinarê yê li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, 8 endamên hêzên emnî birîndar bûne. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Îro ji aliyê PKK/PYDê ve ji Til Rifatê bo ser baregeha polîsên operasyonên taybet a li Deriyê Sînorî yê Oncupinarê bi roketan êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de 1 rêveberê polîsan, 6 polîs bi tevahî 8 endamên hêzên emnî birîndar bûn.”

Îro sibehê 20ê Mijdarê, firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê binkeyên HSDê li Rojavayê Kurdistanê û yên PKKê li Başûrê Kurdistanê kirin armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst