Li bajarekî Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê 3 welatiyên Kurd kuştin

20-11-2022
RÛDAW
Xwepêşandan li bajarê Ciwanro, parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê
Xwepêşandan li bajarê Ciwanro, parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di xwepêşandanên îro de li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê de 3 welatiyên Kurd bi guleyên hêzên emnî yên Îranê hatin kuştin. Nasnameya her kesên canê xwe ji dest dane, hat aşkerekirin.

Endamê Desteya Rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Kawe Hesenpûr ji Rûdawê re ragihand, “Li bajarê Ciwanro yê parêzgeha Kirmaşanê di xwepêşandanên îro de 3 welatiyên sivîl ên Kurd canê xwe ji dest dane.”

Kawe Hesenpûr herwiha got, îşev jî li gelek bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam in.

Li gor zanyariyên Hengawê, nasnameya kesên ku îşev li Ciwanro canê xwe ji dest dane wiha ye: Behadîn Weysî, Loqman Kakeyî û Irfan Kakeyî.

Kuştina 3 welatiyên Kurd li bajarê Ciwanro yê Kirmaşanê di demekê de ye ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro derbasî roja xwe ya 66an bû.

Li gor amara herî nû ya Rêxistina Hengawê, di xwepêşandanên pênc rojên bihorî de herî kêm 33 welatiyên Kurd bi guleyên hêzên emnî yên Îranê hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst