Li Kilîsê bi roketan êrişî deriyê sînor kirin

20-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li parêzgeha Kilîsê di êrîşeke bi roketan de 8 kes ji hêzên emnî yên wî welatî ku 6 jê polîs in, birîndar bûne.

Ajansa Anadoluyê îdia kiriye ku êrîş ji "bakurê Sûriyê" ve û bi rokeyan hatiye kirin.

Li gor zanyariyan, hejmareke zêde ya ambulansan û hêzên ewlekariyê bo cihê êrîşê hatine şandin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê di destpêka ragihandina nûçeyê de gotibû, di êrîşê de leşkerek û 2 polîsên operasyonên taybet birîndar bûne.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanî da

Derbarê êrîşê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, êrîşa îro ya li deriyê sînorî yê Oncûpinarê ya Kilîsê ji aliyê PKK/PYD û ji herêma Til Rifetê ve bi roketan hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê, di êrîşê de cihên Polîsên Operasyonên Taybet hatiye armanckirin û di di encamê de 8 kes ji hêzên ewlekariyê birîndar bûne ku 6 ji wan hêzên polîs in û di nava wan de komîserek heye.

Hatiye ragihandin di nava polîsên birîdnar de Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşça jî heye ku rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

Heta niha derbarê mijarê de ji aliyê YPGê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst