47 rêxistinên sivîl ên Amedê: Em paş de gav naavêjin

20-10-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Kurd PKK Abdulkadir Selvî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 47 rêxistinên sivîl ên Amedê bertek nîşanî îdiayên nivîskar Abdulkadir Selvî ku saziyên sivîl ên Amedê wek PKKyî pênase kiribûn, dan.

Nivîskarê Tirk û nêzîkî AK Partiyê Abdulkadir Selvî di nivîseke xwe de îdia kiribû ku; “PKK bi rêya Odeya Bazirganî, Amedspor, Baro û bi rêxistinên sivîl li Amedê serdestiya xwe ya çandî berdewam dike. Gotinê ew diyar dikin. Ev rêbazeke nû ya tekoşînê ye. Tekoşîna li çiya hatiye qezenckirin, lê desthilata çandî ya li bajaran nehatiye qezenckirin.”

Di serî de Odeya Bazirganî û Pîşesazî, Baro, Borseya Bazirganî, Odeya Pizîşkan û Komeleya Şêx Seîd bi tevahî 47 rêxistinên sivîl ên Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş Abdulkadir Selvî şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin: “Em zimanê armanc girtinê û cudakirinê ya li dijî Rêxistinên Pîşeyî û Civaka Sivîl, ku bi salane li Amedê tevî berdêlên giran bi armanca aşitiya civakî dixebitin, şermezar dikin. Bila bê zanîn, ku em bi van hedef nîşandan û gotinan ji kevneşopiya civaka sivîl ku me bi salane avakiriye paş de gav navêjin û em ê xebatên xwe yên ku armanca wan sûd dayîna qadên pirsgirêkên civakî û sîstema demokratîk e berdewam bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst