Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya Roviya-Gopal vekir

20-10-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Kurdistan Duhok Roviya-Gopal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê cotsayda Roviya- Gopal di navbera Duhok û Hewlêrê de hat vekirin, ev projeya stratejîk di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û di sala 2018ê de bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê bi gujmê 79 milyon û 998 hezar û 208 dolaran kevirê wê yê bingehîn hatibû danîn.

Ji bilî ku çend bajar û bajarok û gund û kamp li ser wê rêyê ne, ew rêyeke bazirganiyê ye ku Hewlêrê bi Duhok, Zaxo û Tirkiyê ve girê dide û dibe sedem ku rêya di navbera Hewlêr-Duhokê de 20 xûlekan kêm bibe  

Dirêjahiya 32 km e û pira herî dirêj a li Herêma Kurdistanê, pira Çeme-Gopal dikeve ser wê rêyê. Di rêkê de 6 overpas hene û tevahiya U ternan overpas in, 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di gotara vekirina projeyê de ragihand, kevirê bingehîn ê vê projeyê di kabîneya berê de hatibû danîn û di vê kabîneya hikûmetê de hat temamkirin.

Mesrûr Barzanî spasiya kompaniya cîbicîkar a projeyê jî kir, ku berî dema xwe ya asayî, karê projeyê temam kiriye û tekez kir, ew hewl didin projeyên din jî cîbicî bikin.

Bi gotina Mesrûr Barzanî, proje li gor standarên navdewletî hatiye cîbicîkirin û keyfxweşiya xwe nîşan da, ku projeyên din ên weke wê projeyê ji aliyê kopmaniyên xwemalî ve bêne cîbicîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir, hewl bidin bi baştirîn şêwe sûdê ji wê rêya nû werbigirin, ji ber ku salane bi sedan kes dibin qurbaniyên bûyerên trafîkê. Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji şofêran jî kir, di dema bikaranîna wê rêyê de, pabendî rênimayên trafîkê bin.

Parêzgarê Duhokê, Elî Teter jî ragihand, bi temambûbê vê rêyê otobanek bi standartên navdewletî amade dibe ku heta deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl dirêj e. Teter herweha got, çend projeyên din ên xizmetguzariyê li parêzgeha Duhokê di warê cîbicîkirinê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst