Rûdaw yekemîn projeya hişê çêkirî ya bi Kurdî radigihîne

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Rûdaw AI
A+ A-

Ev ragihandin bi hişê çêkirî nehatiye nivîsandin, mirovekî nivîsandiye lê di paşerojê de bila ji bo we tiştekî asayî be ku hûn ragihandineke bi Kurdî ya ji aliyê mirovan ve nahetibe nivîsandin bixwînin.

Rûdaw AI projeya nû ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye û ji îro ve dest bi cibicîkirina wê tê kirin.

Wekî ku çawa projeyên berê di dîroka medyaya Kurdî de guherîn kirin, ev proje jî dê di asta berhemanîn û pêşkêşkirina medyayê de guherîneke mezin û bilez çêbike.

Herwiha dê bikarhênerên medyayê li Kurdistanê ji ya dihat hêvîkirin deh caran zêdetir bike. Hûn dê di demeke kurt de li ser beşên cuda yên Rûdawê surprîzên mezin bibînin û hest pê bikin.

Projeya pêşxistina hişê çêkirî ya Rûdawê dê wiha lê bike ku êdî belavkirina nûçeyên sexte ne hêsan be û her tim bi vegera ser Rûdawê nûçeyên rast bi dest bikevin.

Herwiha hûn dikarin rûmalên Rûdawê bi awayekî nû, bileztir, bibandor û guncawtir li gorî xwestekên xwe yên şexsî bişopînin. Li bendê bin ku stêrkên we yên Rûdawê, karên nû bi hişê çêkirî bi we bidin nasîn û ji we re zelal bikin.

Projeya Rûdaw AIyê tenê guherînê li ser ekran, torên civakî û Radyoya Rûdawê nake, herwiha derfetê dide ciwan, pispor û afirînerên dîjîtal ên Kurdistan û diyasporayê ku beşdarî vê projeya mezin û nû ya Kurdî bibin.

Yekem derfet pêşbirka berhemanîna berhemeke medyayî ye ku çîrokeke bihêz li ser bandora guherîna jîngeha Kurdistan û cîhanê vedibêje û berhem bi hişê çêkirî hatibe çêkirin.

Ji bilî ku berhemên wan li ser medyaya Rûdawê dê bên weşandin, beşdar dê di çalakiya salane ya Rûdaw AIyê de ji bo wergirtina xelata festîvalê hevrikiyê bikin. Her kes dikare ji fikra xwe kurteyekê ji rudawai@rudaw.net re bişîne.

Ji bo nûkirina medyaya Kurdî mafê we ye ku çavên we her tim li ser Rûdawê bin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst