Parlamenterê kurd revandin û lêdan

20-08-2017
RÛDAW
Nîşan Ferhad Sengawî YNK Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Îro beriya nîvro 20-08-2017, li bajarê Silêmaniyê komeke çekdarên nenaskirî, di mala birayê wî de parlamenterê YNKê Ferhad Sengawî revandin û piştî lêdanê ew serbest berdan.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, çekdarên nenaskirî bi ser mala Ferhad Sengawî de girtin û ew revandin.

 

Çekdaran di nava otomobîlê de li Sengawî dan û dijûn danê, paşî li cihekê derveyî Silêmaniyê ew azad kirin.  

 

Parlamenterê Fraksiyona YNKê yê Parlamentoya Kurdistanê Ferhad Sengawî, ji ber helwesta xwe ya li hember giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, bi biryara polîtbûroyê ji rêzên partiya xwe hatibû dûrxistin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst