Baroya Rihayê: Delîlên berçav ên îşkenceyê hene

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Riha Xelfetî Baroya Rihayê Îşkence PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê li hemberî şêweya desteserkirina 54 kesên derbarê bûyera navçeya Xelfetiyê de hatine girtin de bertekên xwe nîşan da û ragihand ku delîlên berbiçav hene ku îşkence hatiye kirin.

 

Li navçeya Xelfetî ya Rihaya Bakurê Kurdistanê îro Duşemê (20.05.2019) di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Rihayê birêve dibe de, 54 kes bi îdiaya tevlî bûyera pêr a li Xefetiyê bûne ku têde polîsek hatibû kuştin, 2 polîs birîndar bibûn, hatin desteserkirin.

 

Ekîbên Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê di encama operasyonên ku li navend û navçeyan bi hevdemî hatîn lidarxistin de 54 kes desteser kirin.  


Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê li ser hesabê xwe yê twîterê wêneyên kesên hatin desteserkirin belav kir û jêr nivîsandiye;  îşkence bi awayekî berbiçav tê kirin heta ku em vê erdnîgarî ji îşkenceyê paqij nekin, em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.

 

Serokê Navenda Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê Gokhan Dayik ji Rûdawê re derbarê desteserkirinan de got: “Delîlên berbiçav hene ku îşkence hatiye kirin. Em wek baro kesên hatine binçavkirin bibînin. Em dê daxwazê bikin ku ji bo tespîta îşkenceyê ew bo Saziya Tipa Dadê bêne şandin.”

 

Gokhan Dayik da zanîn ku kesên hatin desteserkirin bo heyama 24 saetên destpêkê rê nedan ku parêzerên xwe bibînin.

 

Dayik herwiha got: “Serdozgerî daxwazên me berçav nagire. Tê îdiakirin ku ji heman malbatê 5-6 kes hatine desteserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku îşkence hêj berdewam e. Em wek Baroya Rihayê daku bibin aliyeke dozê sibe dê serî li Serdozgeriya Komarî ya Rihayê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst