Sûdanî ji bo ziyandîtiyên lehiya Dihokê biryara alîkariyê da

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Lehiya Dihokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Operasyonên Hevbêş a Îraqê ragihand li ser fermana Sûdanî ew ji bo alikariya ziyandîtiyên lehiya Duhokê bi alîyên peywendîdar ê Herêma Kurdistanê re di pêwendiyê de ne.

Îro êvarê Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Qeys Mehmedawî li ser lehiya Dihokê daxuyaniyek belav kir.

Qeys Mehmedawî ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiya parêzgeha Dihokê wan bi aliyên peywendîdar ê Herêma Kurdistanê re dest bi danûstendinê kiriye.

Qeys Mehmedawî diyar kir ku Sûdanî daxwaz ji Navenda Qeyran û Karesatan a ser bi Wezareta Karên Naxweyî ya Îraqê kiriye hemû alîkarî û piştgiriya pêwîst ji bo xelkê Herêma Kurdistanê pêşkêş bikin.

Herwiha Qeys Mehmedawî da zanîn ji bo karên pêwîst, wan bi parêzgariya Dihokê û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re pêwendî kiriye ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bi ser ziyandîtiyên lehiyê de.

Qeys Mehmedawî, amaje bi wê yekê jî kiriye hêzên ewlehiyê û tîmên taybet li Herêma Kurdistanê berdewam in ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û hawarçûna ziyandîtiyên lehiyê.

19ê Adarê ji ber barîna barana zêde li parêzgaha Dihokê li çend taxên Dihokê lehî rabûbû.

Ji ber rabûna lehiyê 3 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn û 737 kes jî bê mal man.

Herwiha 160 xanî rûxiyan û 50 otomobîlî jî zirar dît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst