Ji bo Amedê biryareke lezgîn; 1110 avahî dê bên hilweşandin

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya li parêzgeha Amedê di çarçoveya xebatên tesbîtkirina zirarên erdhejê de, lêgerîn û pişkinîn ji bo 45 hezar û 149 avahiyan kirine. Di encama lêkolînan de hat ragihandin ku li bajêr ji bo 1110 avahiyan biryara hilweşandina lezgîn hatiye dayîn.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin. Parêzgeha Amedê yek ji wan parêzgehan bû ku erdhejê bandorek mezin lê kir.

Li gor zanyariyên fermî, di encama erdhejê de li Amedê 407 kesan jiyana xwe ji dest dane û zirar gihîştiye gelek avahiyan.

Pêvajoya lêgerîn û rizgarkirinê li parêzgeha Amedê bi dawî bûye lê li bajarê Amedê û qezayên wê xebatên tesbîtkirina zirarên erdhejê berdewam dikin.

Rêveberiya Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya li parêzgeha Amedê ragihandiye, di çarçoveya xebatên tesbîtkirina zirarên erdhejê de, lêgerîn û pişkinîn ji bo 45 hezar û 149 avahiyan hatiye kirine.

Di encama lêkolînan de hat ragihandin ku li bajêr ji bo 1110 avahiyan ku dike 8 hezar û 284 mal biryara hilweşandina lezgîn hatiye dayîn.

Li aliyê din hat tesbîtkirin ku 1044 avahî (12 hezar û 106 xanî) di asta navendî de zirar dîtine, û 10 hezar û 977 avahî jî sivik zirar dîtine.

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daneyên Rêveberiya Hawirdor û Bajarvaniyê ya Amedê belav kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî di derbarê hejmara avahiyên ku zirar dîtine de di twîtekê de ragihandiye: “Hejmara avahiyên bi zirarên giran û navend di vê qonaxê de ku hêj kontrol nehatine qedandin, ji bo Amedê hewcedarî û pirsgirêkeke girîng a stargehê nîşan dide.”

"Li herêmê 118 hezar avahî hilweşiyan"

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum jî diyar kir ku wan kontrola 927 hezar avahiyên parêzgehên li herêma erdhejê temam kirine û destnîşan kir ku 118 hezar avahiyên ku di erdhejê de xisarên mezin dîtine, dê tavilê bên hilweşandin.

Murat Kurum got, “Di çarçoveya xebatên me yên li herêma erdhejê de, lêkolîna 927 hezar avahiyên ku ji 3 milyon û 520 hezar beşên serbixwe pêk tên, hat temamkirin. Di vê çarçoveyê de me 412 hezar beşên serbixwe di 118 hezar avahiyên hilweşandî de destnîşan kirin ku demildest bên hilweşandin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst