Raperîn – Du kes ji malbatekê hatin kuştin

20-01-2019
RÛDAW
Nîşan Raperîn Silêmanî Hacî Ava Kuştin Term
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Berdevkê Polîsê Raperînê ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro li bajarokê Hacî Ava yê ser bi Rêveberiya Raperînê ve bavek û kurê wî hatin kuştin.

 

Berdevkê Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Saet 18:00ê êvara îro Yekşembiyê li taxa Serdem a bajarokê Hacî Ava yê ser bi îdareya Raperînê ve kur û bavek hatin kuştin.”

 

Berdevkê Polîsê Raperînê diyar kir: “Navê bav (A.A) û navê kurê wî jî (P.I) ye û niha jî hêzên me ji bo zanîna çawaniya çêbûna bûyerê mijûlî lêkolînê ne.”

 

Di meha Adara sala bihorî de jî li heman taxa bajarokê Hacî Ava yê ser bi Rêveberiya Raperînê ve, termê welatiyekî 34 salî di nav mala wî de hatibûn dîtin, ku ji aliyê kesên nenas ve hatibû kuştin.

 

Bajarokê Hacî Ava ser bi navçeya Raniye ya parêzgeha Silêmaniyê ve ye û dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Silêmaniyê.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst