Li Êlihê gundên Kurdên Êzidî hatine dagirkirin

19-12-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Kurdên Êzidî nawêrin vegerin ser gund û malên xwe
Kurdên Êzidî nawêrin vegerin ser gund û malên xwe
Nîşan Kurdên Êzidî Êlih
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Kurdên Êzidî yên Êliha Bakurê Kurdistanê piştî 27 salan hewl didin ku ji dewletên Ewropayê vegerin 13 gundê xwe yên ku wan bi emanetî radestê eşîrên cîranên xwe kiribûn; lê ew niha rastî êrîşên wan kesan tên ku ji sala 1992an gundên Êzidiyan di destê wan de ne. Pîrekî Kurd ê Êzidî dibêje  gef li ser wan her zêdetir dibe û ew ditirsin vegerin û ew li welatê xwe penaber dibin.

Di sala 1992an de Kurdên Êzidî yên Êlihê, berî koç bikin û herin Almanya, gundê xwe radestî eşîrên cîranên xwe kiribûn.

Nedîm Erkîş ji yek wan kesan e ku berî here Almanyayê zeviyên xwe yên li gundê Kelhok a Qubînê bi emanetî radestê axayên Reşkotan kiribûn, ew kirîvê hevbûn bi hev bawer bûn, girêbesta xwe jî kiribûn û weke dîmen jî tomar kiribûn.  Axayê eşîra Reşkotan neviyê Filîtê Quto Hecî Ehmed Karabulut ji wan re soz dabû ku ew kengê ji Ewropa vegerin ew dê milkên wan li wan vegerînin.

Nedîm Erkîş  ew niha birîndar e; rastî êrîşa dost û cîranên xwe yên salan hat. Ev ne cara yekem û duyem e, Kurdên Êzidî yên Êlihê doza gundê xwe û zeviyên xwe dikin; tapoyên Nedîm Erkîş di destê wî de ne; lê ev 27 sal in gundê wî û zeviyên wî û malbata wî di destê eşîrên cîranên wî de ne û ew nikare here gundê xwe û zeviyên xwe bikêle û cot bike, dema hewl dide jî rastî êrîşan tê û ji her carî ji mirinê rizgar dibe.

Nedîm Erkîş ji Rûdawê re got: “Ev neheqî ye li me tê kirin, me ev erd û xaniyên xwe yên gund bêberdîl dane wan û em çûn. Me got ji me re xweyîtî li warê me bikin heta em vegerin. Di vê navberê de em dihatin diçûn ew dihatin Almanya ji me re dibûn mêvan û me gelek alikariya wan jî dikir. Niha dest danîne ser gundê me û erdê me, ev yek nayê qebûlkirin, hinek ji me re dibêjin hun çima erdên xwe nafiroşin xelkên din tapoya we heye, ma ka bav û kalên me li wê derê di bin ax de veşartîne, em gora bav û kalên xwe bifroşin."

Heta salên 90an jî li Êlihê 10 hezar Êzidî li 13 gundên nav Eşîretên  Reşkotan, Pencînaran, Reman û Elîkan hebûn, çi Kurdên Êzidî çi jî yên misilman bi biratî jiyanê derbas dikirin; lê piştî salên 90an pêl bi pêl koça Ewropayê dest pê kir û niha tenê 150 kes mane. Di proseya aştiyê de Êzidiyên Êlihê hêdî hêdî vegeriyan; lê niha ew hewl didin ku gund û zeviyên xwe ji nû ve bidest bixin.

Derbarê mijarê de Pîrê Êzdiyan Pîr Cengîz jî dibêje: “Êzidî mazlûm in, heqaret li wan tê kirin, em dixwazin werin ser axa xwe; lê axa me hatiye dagrkirin, gundê me li nav eşîra Reman e, mala axayên wan hezar ava ewan gundê me jî erdê me jî radestê me kirin; lê yê herêma Reşkotan dest danîne ser milkên miletê me, Êzidî ditirsin werin welatê xwe, ew li welatê xwe penaber bûne." 

Mafnas dibêjin ew kesên ku dest danîne ser milkên Êzidiyan û rê nadin ku ew herin ser milkên xwe tu aliyeke wan yasayî nîne.

Parêzerê Kurdên Êzdî Abdullah Akin da zanîn ku li gor biryarên dadgehê  Kurdên Êzidî ji serî heta binî mafdar in û got: “Jixwe ew kesên ku dest danîne ser erdê wan jî li hember dadwer nekarîn bêjin ev erd erdê me ye û em dajon, dibêjin me bi xeletî zeviyê wan ajotiye."

Dadgeha Êlihê, Kurdên Êzidî  mafdar dît û biryar da ku gundên Texeriyê, Hecirê, Kelhok, Enab û Qorixê bi zeviyên wan ve yê Kurdên Êzidî ne; lê ji ber egera êrîşan gundiyên Kelhokê di bin parastina 300 leşkeran de karîn traktorên xwe bibin ser zeviyên xwe tevî ku metirsî hîn jî li ser jiyana wan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst