Zivistan tê: Li Qers, Erzirom û Erdexanê xelk lastîkên otomobîlên xwe diguherin

19-11-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers Erzirom Erdexan Zivistan Otomobîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Erdexan, û Qersê yên Bakurê Kurdsitanê piştî ku berf bariya karê hostayên guhertina lastîkên otomobîlan zêde bûye.

Li wan parêzgehan ji ber ku zivistan dijwar e û berf zêde dibare, berî ku berfeke zêde bikeve xwediyên otomobîlan lastîkên otomobîlên xwe diguherin dikin lastîkên zivistanê.

Lastîkên zivistanê ji bo ku otomobîl li ser berf û qeşayê neşemitin têne bikaranîn.

Hostayê guhertina lastîkên otomobîlan Nail Dag anî ziman:

“Berî ku barîna berfê dest pê bike em li benda muşteriyan in. Ji bo hemû nekevin ser hev em roja yekşemê di betlaneyê de jî kar dikin.

Hîn berf nebariyaye lê bi şev erd dibe qeşa. Ji bo wê divê welatî di wê mijarê de hişyar bin û lastîkên otomobîlên xwe biguherin. Li gorî şert û mercên demsalê ew yek divê bê kirin.”

Karê hostayên vî karî di vê demsalê de zêde dibe û dilê wan bi vê yekê xweş e.

Her cihekî karê guhertina lastîkên otomobîlan rojane lastîkên 30-40 otomobîlan diguherin û dikin yên zivistanê.

“Amadekariyeke ji bo zivistanê ye”

Şofêrê bi navê Enes Yildirim jî got:

“Berî ku zivistan were min lastîkên otomobîla xwe guhertin, amadekariyeke ji bo zivistanê ye. Ez vî hostayî ji mêj ve nas dikim, ez her tim otomobîla xwe tînim cem wî.

Sibehê zû hatim di nava demjimêrekê de karê otomobîla min xilas bû, lastîkên zivistanê pêxistin.”

Bikaranîna lastîkên zivistanê li wan parêzgehan şert e.

Piştî ku berf tam ket eger xwediyên otomobîlan lastîkên otomobîlên xwe neguhertibin û nekiribin yên zivistanê ji aliyê polîsên trafîkê ve tên cezakirin.

Li wan parêzgehan ji 1ê Kanûna Pêşînê heta 1ê Nîsana 2024an divê lastîkên zivistanê bên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst