Rêveberiya Xweser derbarê teqîna Îstiklalê de: Êriş ji aliyê MÎTê ve hatiye plankirin

19-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê piştî teqîna li kolana Îstîklalê ya li Taksîmê, nerazîbûn li hemberî daxuyaniyên Tirkiyeyê yên ku Rojavayê Kurdistanê dikin hedef nîşan da. Rêveberiya Xweser dibêje: “Ji vir eşkere dibe ku êriş ji aliyê saziyên îstixbaratê ve plankirî ye.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna Îstîklalê ya li bajarê Stenbolê û gef û êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser, Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar dike ku ew welat li nav axa Rojvayê Kurdistanê “rojane tawanên şer û dijî mirovatiyê pêk tîne û dibêje: “Rejîma Tirkiyê bi gef û gurkirina şer li ser herêmên Rêveberiya Xweser car caran û ne guncaw derket, û ev yek jî eger tiştekî nîşan bide, tevlibûna rejîma Tirkiyê bi rêjeyeke mezin di aloziya Sûriyê de nîşan dide.”

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser dibêje: “Tewanbarkirina Rêveberiya Xweser bi pêkanîan vê êrişê (Teqîna Stenbolê), di dema ku hemû saziyan gotin ku ti têkiliyan wan bi vê sûcê tune ye û ew êriş şermezar kir, lê dîsa jî tejîma Tirk bi îsrar e ku derewan bike ku êdî ji her kesî ve diyar in. Ji vir eşkere dibe ku êriş ji aliyê saziyên îstixbaratê ve plankirî ye. Lê piştî wê êrişê, dîsa gef li herêmê xwar ku êrişî herêmê û destkeftiyên wê yên nîştimanî bike.  Ji van gefan armanc dike, tevliheviyê li herêmê derxe û hewldanên navneteweyî yên şerê li dijî terora navneteweyî têk bibe.”

Di heman demê de Rêveberiya Xweser daxwazê  ji Rûsya, Amerîka û civata navneteweyî dike ku rê li ber kiryarên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bigerin û dibêje: “Heke dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê bike, wê demê berxwedan û parastina mafê me ye û dê bersiva me fireh be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst