Li bajarekî Kurdistanê bi rêya 5 tûrbînên bayê elektrîk tê berhemanîn

19-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ji bo dîtina rêyeke alternatîv bo berhemanîna elektrîkê, 5 tûrbînên bayê hatine danîn.

Krîza enerjiyê ku bi taybet piştî şerê Rûsya û Ukraynayê li cîhanê serî hilda ye, bûye sedem ku weberhênerên parêzgeha Agiriyê li rêyên alternatîv û jîngehdost, bo berhemanîna enerjiyê bigerin.

Bi vê armancê jî santraleke berhemanîna elektrîkê ya bayê li navçeya Giyadînê hatiye çêkirin û 5 tûrbûnên bayê yên berhemanîna elektrîkê lê hatine danîn.

Rêveberê santrala bayê ya berhemanîna elektrîkê ya Giyadînê, Omer Faruk Şahîn derbarê xebata wê santralê de dibêje, “Niha 5 trûbûnên me, bi hêza 24 megawatên damezrandinê û hêza bi lîsans a 20 megwatan hene. Em niha bi kapasitekeyeke temam berhemanînê dikin. Li welatê me jî, krîza gaza xwezayî ya li seranserê cîhanê, zêdetir girîngiya ba û çavkaniyên din ên enerjiya ku xwe nû dikin nîşan da. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne ku li welatê me dê veberhênanên di warê enerjiya xwe nû dikin de zêde bibin.”

Parêzgeha Agiriyê yek ji parêzgehên herî bilind ên Bakurê Kurdistanê ye û rêjeya bayê lê zêde ye.  Ev jî avantajeke mezin e ji bo berhemanîna elektrîkê bi rêya bayê.

Sala derbasbûyî vê santralê bi trûbûnekê destpê kir. Piştî ku xwediyên wê sûdek mezin dîtin, îsal 4 tûrbûnên din lê zêdekirin û plan jî dikin wê hejmarê di salên bê de zêdetir bikin. 

Erdal Andiç, karbidestekî santrala bayê ya Giyadînê dibêje, “Dema ev proje hat ber destê me, bêyî ti dûdiliyekê me biryar da ku veberhênanê bo vê projeyê bikin. Em ji veberanînên xwe yên li vir gelekî razî ne û armanc dikin kapasîteya vê derê zêdetir bikin û xizmetên mezintir bo vê derê bikin. Em hêvîdar in veberhênerên din jî çav li verberanînên me bikin û veberanînên li vir zêde bibin.”

Ev santral li bilindahiya 2 hezar û 25 metreyên navçeyê hatiye avakirin.

Li gor berpirsên wê ji van her 5 tûrbûnan di demjimêrekê de 20 megawat elektrîk tê berhemanîn.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst