Li Hewlêrê qezaya trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan

19-10-2022
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser cadeya 120 Metrî ya Hewlêrê qezayeke trafîkê rû da û Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê ragihand, di qezaya trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an otomobîla Hyundai û teksiya Nissan Sunny li hev qelibîn. Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî ragihand, di encama lêkolînan de derketiye holê ku Hyundai ji ber leza zêde kontrola xwe ji dest daye û derbasî aliyê hember bûye û li wir li taksiyê qelibî.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî destnîşan kir ku her du kesên canê xwe ji dest dane û ê birîndar jî di taksiyê de bûne.

Fazil Hacî her wiha ragihand di lêkolînan de derketiye ku şofêrê Hyundai di bin bandora madeyeke serxweşker de bûye û ji ser hişê xwe çûye û qeza kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst