Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke li Tirkiyê pirsa Kurd û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bûye mijareke germ. Zanayên olî jî li ser vê mijarê diaxivin û dibêjin, qedexekirina ziman kufr e.
Li Tirkiyê di van rojên dawî de gotûbêjên li ser mafê zimanê dayikê têne kirin. Bi taybetî piştî daxuyaniya Wekîlê Serokê Fraksyona ÎYÎ Partî Musavvat Dervişoğlu gelek karvedan çêbûn. Dervîşoglu gotibû ew qet ne ligel wê yekê ye ku hinek pirsgirêk bi navê pirsên Kurdan bêne binavkirin û perwerdeya bi zimanê dayîkê divê bazar jî li ser nebe. Lê zanayên olî li hemberî vê yekê dibêjin, jixwe zimanê dayikê ji ber ku mafekî xwezayî ye nabe babeta bazarê û qedexekirina zimanekî dijayetîkirina fermanên Xwedê ye.
Zanayê Olî Zahîd Çîftkuran dibêje “Wan mirovên ku xwediyê wan tunene, desthilateke wan tuneye, mina tiştekî ku bi zimanê wan îtîbar neyên dayîn. di vir de Xwedê dibêje hûn dê hinek ayetan qebûl bikin, hinek ayetên din jî înkar bikin, ev kufr e.”
Li Tirkiyê karvedanên li ser helwêsta Wekîlê Serokê Fraksyona ÎYÎ Partî Musavvat Dervişoğlu berdewam in ku dibêje, “Ez qet ligel wê yekê nînim tiştek bi navê pirsgirêka Kurd an pirsa Kurd bê nasandin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hincet bo nayê dîtin.” Lê zanayên olî dijî qedexeya ser zimanê Kurdî ne.
Damezirînerê Weqfa Furkan Alparslan Kuytul got “Perwerde bi zimanê dayîkê hebe yan nebe? Ev berevajiya Quranê ye? Li gor Quranê dibe danûstandin li ser bê kirin. Ti ferqa ÎYÎ Partî ji MHPê nîne, herdû Tirkçî ne, sekuler û Kemalîst in. Li gor Îslamê danûstandin li ser çi nayê kirin, li ser ayetên Xwedê û hedîsên Pêxember. Hemû dinya piştgiriya wan dike. Di demekê de tu dengê yên li vê derê qut dikî, li Sûriyê dewleta Kurdî tê damezrandin.”
AK Partî jî ku nêzîkî 19 sal e Tirkiyê birêve dibe, îdîa dike ku pirsa Kurd çareser kirine û qedexeya li ser ziman rakirine.
Alîkarê Serokê AKPê Numan Kurtulmuş dibêje “Li derê qedexe bû mirov bi zimanê dayîka xwe biaxivin. Me got hemû kesek dikare zimanê xwe yê dayikê bikar bîne û pê biaxive, bi wî mercê Tirkî zimanê fermî be. Zimanê fermî Tirkî ye û ji xeynî wê hemû kesek dikare bi kêfa xwe zimanê dayîkê bikar bîne û pê biaxife, zimanê dayîkê wek şîrê dayîkê helal e.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku ji sedî 90ê daniştvanên wê Misilman in, bi milyonan Kurd dijîn û ji sadetirîn mafê xwe ku xwendina bi zimanê dayîkê ye, bêpar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse