Berhema kuncî û tehîn li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê kêm bûye

19-10-2020
Muhenned Îbrahîm
Li Dêrikê dema komkirina berhemê kunciyan e.
Li Dêrikê dema komkirina berhemê kunciyan e.
Nîşan Dêrik Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Dêrik (Rûdaw) - Li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê salên dûr û dirêj in ku kuncî têne çandin, Hisên Ebdulkerîm ku 16 sal e mijulî çandiniya kunciyan e dibêje, îsal wî kêmtir ji caran kuncî çandiye, ji ber ku nirxê wê kêm e û eger weke salên berê bimîne, ew dê zirarê bike.

Li gundê Tabkê yê ser bi bajarokê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê ve, Hisên Ebdulkerîm li 15 hektar erdê xwe kuncî çandiye, sala bihrî du qatê vî rûberî çandibû, lê ji ber kêm karînên xwe yên kêm ew nikare zêde kunciyan biçîne.

Zêdeyî 16 salin vî karî dike, bi hêviya ku encamekî baş ji wê kedê bigire, nexasim kuncî li bazarê ji 2000 ta 5000 tê firotin.

Hisên Ebdulkerîm ji Rûdawê re ragihand: “Me jî kuncî daniye, me karker bi rojan girtiye, rojane 300 hezar me dida karkeran, xisara wê gelekî heye, çavê me li 5 ta 6 hezaran e ji bo firotina kunciyan, ji ber qutîka tehîn an jî helawê gelekî buha ye.

Tehîn û helaw madeyên sereke ne, ku ji kunciyan çêdibin. Selah Seyid Reûf ê 70 salî, rojane 600 kîlo tehînê bi tena xwe amade dike. Ew zêdeyî 30 salan e ku di çêkirina tehînê de, navê Selah Seyid Reûf li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê navekî naskirî ye, ew rojane 6 demjimêran kar dike daku karibe daxwazên mişteriyên xwe pêk bîne.”

Lê karê wî yê rojane ku bi berî 11 salan, bi tonan difirot niha daketiye kîloyan .

Selah Seyid Reûf, xwediyê kargeha Tehînê dibêje: “Welatiyê ji Erebistana Siûdî tehînê ji cem me dibirin, kêfa xelkê ji Tehîna Kurmancî tê, em 2 cûreyên Tehînê çêdikin yek sipî ye û yê din sûra kurmancî ye, em kunciyê qeşartî ji bazarê dikirin û bi riya aş em dikin tehîn.”

Selah Seyid Reûf herwiha tekez dike: “Kargeha helawê jî hebû, lê piştî kirîza sûriyê min firot, makîneyek tihînê jî xerabeye, ez tenê neha li vê kargehê dixebitim.”

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, sala derbasbûyî 60 hektar erd bi kuncî hatibû danîn, îsal tenê 38 hektar erd bi kuncî hatiye danîn, kuncî 3 caran di mehê de tê avdan.

Xelkê deverê giranî didin genim, ceh û kemûnê, gelek çandiniyên kevin ji ber şer û kirîza aborî û karînên kêm ên xelkê hatine paşguhxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst