Hewlêr (Rûdaw) - Serbazekî Fransî li nexweşxaneyeke Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Ev serbaz li Îraqê di qezayeke trafîkê de birîndar bûbû.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron şeva înê ragihand ku serbazekî Fransî dema ku bi hêzên Îraqî re erkekî rahênanê dikir, di qezayeke trafîkê de birîndar bû.
Emmanuel Macron got, “Bi xemeke kûr xebera mirina Baptiste Caushottian a li Îraqê ya di qezayeke trafîkê de gihişte min.”
Wezareta Parastinê ya Fransayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku navê wî serbazî Baptiste Caushottian e.
Ji ber ku otomobîl ji kontrolê derketiye û qeza kiriye ew serbaz bi giranî birîndar bûye.
Wezareta Parastinê ya Fransayê diyar kir ku hêzên wan ew ew serbaz veguhestiye nexweşxaneyeke Hewlêrê.
Wezaretê diyar kir ku serbaz demildest hatiye emeliyatkirin lê ji ber birînên giran, wî canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse