Derbarê Efserê bibû sedema mirina keça Êlihî de biryara girtinê hat dayîn

19-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar hatin dayîn ku efserê artêşa Tirkiyê yê bi navê Musa Orahan ku bibû sedema keça xelka Êliha Bakurê Kurdistanê ya bi navê Îpek Er bê girtin.

Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ku li bajarê Êlihê Îpek Er li malekê girtibû û bi dirêjiya 20 rojan destdirêjiya li wê kiribû, derbarî wî de biryara girtinê hat dayîn.

Mûsa Orhan piştî nerazîbûneke mezin a xelkê ji kar hatibû dûrxistin.

Mûsa Orhan ku bi sedema kuştinam Îpek Er tê tohmetbarkirin, bi biryara Dadgeha Cezaya Gîran a Sêrtê hat girtin.

Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê derbarê Orhan de lêpirsîn dabû destpêkirin û Dadgeha Ceza ya Sulhê jî di 17ê Tîrmehê de, bi şertê kontrolkirina edlî Orhan berdabû.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, li bajarê Êlihê Îpek Er ji aliyê efserekî artêşa Tirkiyê yê bi navê Mûsa Orhan ve li malekê tê zindanîkirin û bi dirêjiya 20 rojan destdirêjiya wê tê kirin.

Piştî ku bûyer eşkere bû, keçikê xwest dawiyê li jiyana xwe bîne, lê ew nemiribû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Wê keça Kurd duh koça dawî kiribû.

Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê derbarê çawîş Orhan de lêpirsîn dabû destpêkirin û Dadgeha Ceza ya Sulhê jî di 17ê Tîrmehê de, bi şertê kontrolkirina edlî Orhan berdabû.

Piştî bihîstina nûçeya mirina keçikê, Kurdan li ser medyaya civakî tagek bi navê Bela Mûsa Orhan Were Girtin vekirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst