Altan Tan: Divê girtîgeha Amedê bibe 'muzaxaneya hafizayê'

19-07-2021
RÛDAW
Altan Tan dibêje divê girtîgeha Amedê bibe muzexane ne ku navenda çandê
Altan Tan dibêje divê girtîgeha Amedê bibe muzexane ne ku navenda çandê
Nîşan Altan Tan Gitîgeha Amedê Pêvajoya Çareseriyê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Parlamenterê HDPê yê berê û siyasetmedarê Kurd Altan Tan dibêje “ligel kesên di nav HDP û PKKê yên şer dixwazin destpêkirina diyalogê ne minkûn e, lê di nav HDP û PKKê de gelek kes hene şer naxwazin.” Altan Tan herwıha got ku divê girtîgeha Amedê bibe muzexane ne ku navenda çandê.

Parlamenterê Amedê yê berê Altan Tan beşdarî bultena Rûdawê bû û siyaseta Kurd, egera pêvajoyeke çaresiriya nû û mijara Zîndana Amedê nirxand.

Beşek ji kesayetiyên Kurd daxwazê dikin ku girtîgeha Amedê bibe mûzexane lê Serokomarê Tirkiyê dibêje ew dê girtîgeha Amedê bikin navendeke çandî lê Kurd ne razî ne.

Erdogan dema ku serdana Amedê kir da xuyakirin ew dê girtîgeha Amedê bikin navendeke çandî, lê ew yek rastî gelek bertekan hat,  beşek ji siyasetvanên Kurd dibêjin ku pêwîst e girtîgeha Amedê weke semboleke berxwadanê û zilm û eşkenceya ku li girtiyan hatiye kirin , bibe muzexane. 

Têkildarî mijarê Altan Tan jî got: “Zîndana Amedê di hafizeya me de ciheke gelek girîng girtiye. Çimkî berî 40-43 salan bi hezaran kesan beşek ji jiyana xwe di wê zîndanê de derbas kirin. Di zîndanê de saet wek meh û salan bû, ji ber ku êşkence, zilm, heqerat û gelek tiştên nayên gotin anîn serê girtiyan. Kes nikare wan rastiyan bi heq binivisîne. Dibe ku bi sedan pirtûk li ser hatibe nivîsandin û gelek fîlm li ser hatibin çêkirin, lê kes nikare wê rastiyê tam bîne ber çavan. Lewma em dibêjin divê ew zîndan bibe “Muzexaneya Hafizayan”. Wate me naxwazin ew tişt bêne jibîrkirin.”

“Divê Zîndana Amedê bibe muzexaneya hafizayê”

Altan bibîr xist ku piştî du salan hilbijatinên Serokomariya Tirkiyê hene û amaje bi wê yekê kir ku Kurd mifteya wê hilbijartinê ne û wiha pê de çû: “Bêyî dengên Kurdan kes nikare bibe serokomarê Tirkiyê yê nû. Erdogan jî û dijbereya Tirkiyê jî niha dixwazin dengên Kurdan werbigrin. Ew nermbûn (gotinên Erdogan ên li Amedê) ji bo hilbijartinan bû. Em dibêjin bila ji bo lê hilbijartinan be, lê dîsa jî baş e. Heta pêwîstî dernekevin holê kes bi bawerî û dilê xwe û ji xêra bavê tiştekê nake. Ew dixwazin ew nermbûna ji bo hilbijartinan berdewam bike, çimkî di xêra Kurdan de ye. Em nikarin bibêjin hûn ji bo hilbijartinan derewan dikin û dixwazin dîsa me bixapînin. Em wisa nabêjin, çimkî nermbûna siyasetê di berjewendiyên me de ne.”

Têkildarî Girtîgeha Amedê de Altan Tan got: “Ew zîndan zilmê, êşkence, neheqî û înkara Kurdan tîne bîra min. Sala 1982an di meha remezanê de bavê min li Zîndana Amedê rojî bû,  û eşkence li wî kirin û pisîtiya mirovan dane wî û ew kuştin. Ew bûyereke gelek xedar û ne mirovî bû. Ne mimkûn e mirov wê ji bîr bike. Lewma em daxwazê ji Erdogan dikin divê ew nebe navendeke çandê yan jî dibistan, lê divê ew bibe muzexaneya hafizaya însanî.”

“Divê pêvajoya çareseriyê dîsa berdewam bike”

Siyasetmedarê Kurd tekez kir ku divê “pêvajoya çareseriyê” ya di sala 2013an de qut bûye dîsa destpê bike û wiha pê de çû: “Ne mimkûne  wek berê diyalog û pêvajo destpê bike. Wê demê hikûmet û PKK bi hev re rûniştin, lê niha ew rewş nemimkûn e. Heta şer nerawest e nemimkûne HDP, PKK û hikûmet weke bere bêne ba hev. Lê hikûmet dikare hinek gavên biçûk bavêje.”

Altan destnîşan kir ku di nav HDP û PKKê de gelek kes hene şer naxwazin û got: “Jixwe di sala 2013an de Ocalan jî gotibû dema çekê derbas bûye û êdî pêwîstî bi çekê nemaye. Di nav HDP û PKKê de jî hene wek Ocalan difikirin. Herwiha hin kesên di nav HDP û PKKê de hene naxwazin şer rawest e. Diyalog ligel wan nemimkûn e, gotina min li ser vê bû.”

Parlamenterê berê yê HDPê herwiha destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê niha ji bo berjwediyên xwe neçar e  gavekê ji bo Kurdan bavêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst