Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Larana Xwarê yê girêdayî bajarê Paweyê yê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kuliyan dar û zevî û dîwar tev dagirtine û metirsî li ser çandinî û bîstanan jî çêkirine. Her wiha tenduristiya şeniyê gundan jî dixe metirsiyê.
Ev cure kulî li gelek deverên Hewramanê û Dalahoyê jî belav bûne. Di destpêkê de dihate gotin ku ew kuliyên zombî ne û dibe ku pir xeternak bin lê paşê ev yek hate red kirin.
Cîgirê Rêveberê Rêxistina Çandiniyê ya Kirmaşanê ji bo Karûbarên Giyayan Ferhad Şerîfî got, “Ev kulî yên herêmê ne, gez nakin û ne metirsîdar in, giyaxwir in û ji bo mirov, ajel û baxçeyan ne xeternak in lê ji ber ku hejmara wan zêde bûne xelk ji wan ditirse.”
Ev kulî berê li mêrgan dijiyan lê ji ber ku zuha bûne, niha koçî herêmên hênik û kesk kirine. Li gorî rayedaran sedema zêdebûna wan bi têkçûna hevsengiya xwezayê û ekosîstema herêmê ve girê didin.
Ferhad Şerîfî dibêje, ev kulî jî weke kêzikên din di xwezayê de dijminên xwe hene û heger mirov destwerdanê bike û dijminên wê yên wek kewan ji holê rake, hejmara kuliyan jî dê zêde bibe û bibe metirsî.
Rayedar dibêjin, ew hewla çareserkirina vê pirsgirêkê didin û li Hewramanê û Dalahoyê li ser 1000 hektar zevî li dijî wan şer dikin.
Her wiha Rêveberê Rêxistina Çandiniyê ya Paweyê Şehram Rostemî jî dibêje, “Ji ber erdnîgariya çiyayî ya herêma Paweyê, gelek çûk û giyaxwir hene.”
Rayedarên herêmî hewl didin ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bikin dê salên pêş rêyên xwezayî bidine ber xwe û ji xelkê herêmê re bibin alîkar ku mirîşk û elokan mezin bikin da ku hevsengiyê li xwezayê vegerînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse