ÎDIA - Rûsan li Sûriyê êrişî binkeya Amerîkayê kir!

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rûsya Êriş Al-Tanf Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku hêzên esmanî yên Rûsyayê li derdora binkeya ku leşkerên Amerîkayê li sêgoşeya Sûriye-Iraq-Urdunê ne xistine û Amerîkayê jî balafirên şer ên F-16 şandiye herêmê. Li aliyê din, berpirsên leşkerî yên Amerîkayê nîgeraniya xwe anîn ziman ku zêdebûna aloziyan dibe ku bibe sedema pevçûneke rasterast.

Rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî ragihand ku rageşiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de gihîştiye "niqteya şikestinê".

Li gorî rojnameyê, di destpêka vê hefteyê de hêzên asmanî yên Rûsî li hedefên nêzikî binkeya Tanfê ya Amerîkayê ya li ser sînorê Sûriyê bi Iraq û Urdunê xistiye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Eric Corilla gotiye “Em hewl didin ku ji hesabên xelet an her kiryarek ku dibe sedema pevçûnên nehewce dûr bixin. Ev erka me ye. Lêbelê, reftarên herî dawî yên rûsan pir provokatîf e.”

WSJ herwiha nivîsand herêma ku hatiye hedefgirtin Hêzên Sûriyeya Demokratîk li wir bûne.

Li gorî nûçeya Channel 12 News jî efserekî Amerîkayê gotiye ku du balefirên şer Su-35 û Su-34 ên Rûsî, beriya ku êrîşî çepereke şer a li garnîzonê bikin, li seriya herêmaTanfê hatin dîtin.

Li gorî berdevkekî artêşa Amerîkayê, li ser bersivdayînê balafirên şer ên Amerîkayê yên F-16 şandine herêmê û ji balafirên Rûsyayê jî hatiye xwestin ku ji herêmê derkevin.

Herwiha wê hefteyê Rûsyayê du balafirên şer ên Su-34 li cîhekî ku Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê operasyonek li dar dixist ji bo girtina avakerekî bombebarkirî ya Dewleta Îslamî bi cih kirin. Karbidestên serbazî yên Amerîkî got, firokeyên cengê vekişîyane piştî ku Amerîka firokeyên xwe yên F-16 şandin daku hişyarî bidin firokeyên Rûsî ku deverê biterikînin.

Al-Tanf di çarçoveya çalakiyên hêzên hevpeymaniyê li Sûriyê, baregeheke Amerîkî bi derdora 200 leşkeran ve dihewîne.

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêzî 900 serbazên Amerîkayê hene.

Li aliyên Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan bi bîr xist ku Rûsya di salên 2016 û 2018an de jî êrîşî hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê kiribû.

Bajarokê El Tanfê li sêgoşeya Sûriye-Iraq-Urdun 24 km dûrî parêzgeha Humsê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst