Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî tekezî li çareserkirina pirsgirêkan kirin

19-06-2019
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Eyad Elawî Pirsgirêk Çareserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Eyad Elawî tekezî li çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê dike.

 

Îro Serokê Mînbera Iraqî Eyad Elawî bi serokatiya şandekê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Eyad Elawî tevî şandekê ku ji hejmareke endamên komîteya navendî ya Mînbera Iraqî  pêk hatibûn, di hevdîtinê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo Birêz Nêçîrvan Barzanî nîşan da, li hemberî vê, Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdan û pîrozbahiya Elawî û şanda pê re kir.

 

Di hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr û Bexda hatin gotûbêjkirin û Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst