Cotkarekî otomobîleke ku bi elektrîk û enerjiya rojê dixebite çêkir

19-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Otomobîl Sêwas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarekî ji Sêwas a Bakurê Kurdistanê li mala xwe otombîleke ku bi elektrîk û enerjiya rojê dixebite çêkiriye. Îsa Bulbul, di meh û nîvekê de otombîla xwe ya biçûk çêkiriye û tenê 45 hezar lîre, ku dike nêzîkî 2 hezar û 300 dolar xerc kiriye.

Otombîla wî bi enerjiya rojê dikare bi carekê de hezar û 500 kîlometre rê biçe. Cotkarekî Bakurê Kurdistanê otombîla ku li mal çêkiriye û bi elektrîk û enerjiya rojê dixebite.

Li navçeya Ezbiderê ya ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê cotkarê bi navê Îsa Bulbul, ji bo veguhestina kelûpelên çandiniyê bo ser zeviyê xwe li mal otomobîlek çêkiriye.

Welatî Îsa Bulbul anî ziman, “Min bi van sê amûran ev otomobîl çêkir. Bi makîneya lihêmê, kevirê metqebê û metqebê çêkir.”

Gêra otomobîlê manuel û otomotîk kar dike û sîstema elektronî li ser heye. Herwiha sîstema sabitkirina siretê jî heye.

Welatî Îsa Bulbul got, “Otombîla ku min pêştir çêkir performansa wê ya sotemeniyê ne baş bû. Min biryar da otomobîleke ku bi elektrîkê kar dike çê bikim, piştre min got ez xerciyan kêmtir bikim.”

Cotkar Îsa Bulbul, di dema meh û nîvekê de otombîla xwe ya biçûk çêkiriye û tenê 45 hezar lîre, ku dike nêzîkî 2 hezar û 300 lîre xerc kiriye. Otombîla wî bi enerjiya rojê dikare bi carekê de hezar û 500 kîlometre rê biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst