Berdevkê AK Partiyê bo Amrîkayê: Derewan li Serokomarê me dikin

19-05-2021
Nîşan AK Partî Omer Çelik Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şermezar kiribû nerazîbûn nîşanda û got: “Ji bo wîjdanê xwe rehet bikin derewan li Serokomarê me dikin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik derbarê daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser medyaya civakî daxuyaniyeke da û dibêje: “Em gotinên Wezareta Derve ya Amerîkayê, yên derbarê Serokkomarê me Recep Tayyip Erdogan şermezar dikin.”

Omer Çelik di daxuyaniyê de dibêje: “Serokkomarê me bi dijberiya cihûtiyê tê sûçdar kirin, ev ne rast e, û ne jî aqlane ye. Ev gotineke ne rast e ku bo Serokkomarê me hatiye kirin.”

Çelik herwiha dibêje: “Serokkomarê me li dijî dij-cihûtiyê peymanên bi hêz dane û dê berdewam jî bike. Serokkomarê me dij-cihûtiyê û dijminantiya Îslamê wek tawanên ku divê li hember wan bê têkoşîn kirin dîbîne. Ji ber piştgirî didin zilma hikûmeta Netanyahu, bo wîjdanê xwe rehet bikin derewan li Serokomarê me dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyp Erdogan ên dijî Cihûyan şermezar kir û gotibû: “ Em daxuyaniyên dij-cihûtiyê yên Serokomarê Tirkiyê Erdogan û rayedarên din ên Tirkiyê şermezar dikin.” 

Ned Price di Twittekê de nivîsandibû: "Amerîka axaftinên Erdogan ên dijî Cihûyan bi tundî şermezar dike û wiha dibîne ku ew cihê rexneyê ne. Em bang li Serok Erdogan û serkirdeyên din ên Tirkiyê dikin dest ji têbîniyên gurkirina rewşê berdin, ku dê tindûtûjiyê zêdetir bike. Em bang li Trikiyê dikin ligel Amerîkayê be bo bi dawîkirina şer."

Price herwiha gotibû: "Zimanê dijatiya Cihûyan cihê wê li ti devera cîhanê nîne. Amerîka pêbendê rûbirûbûna hemû corên dijayetîkirina Cihûyan e. Em tindûtûjiya ligel dijatiya Cihûyan û bingehên ne rast ên ku ev yek li ser hatiye avakirin ciddî werdigrin. Divê herdem em bi rastiyan rûbirûyê nerastiyan bibin û bi dadmendî bersiva tawanên nefretê bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst