Rêjeya herî zêde ya zarokan li Rihayê û ya herî kêm li Dêrsimê ye

19-04-2024
Nîşan Rêjeya Zarokan Riha Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyayê (TUIK) ragihand ku rêjeya herî zêde ya zarokan li Rihayê û ya herî kêm jî li Dêrsimê ye.

TUIKê amarên zarokan ên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî van amaran, rêjeya zarokan a li Bakurê Kurdistanê li gorî rêjeya li Tirkiyeyê gelekî zêde ye.

Li gorî encamên lêkolîna TUIKê, sala 2023yan rêjeya zarokan a herî zêde li parêzgehên Riha, Şirnex, Agirî û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê bû.

Rêjeya zarokan li Rihayê ji sedî 44,4, li Şirnexê ji sedî 40,5, li Agiriyê ji sedî 38,2 û li Mûşê jî ji sedî 38,2 ye.

Parêzgeha ku rêjeya zarokan lê herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 16,5 Dêrsîma Bakurê Kurdistanê ye.

Piştî Dêrsimê parêzgehên Edîrne û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê tên.

Rêjeya zarokan li Edîrneyê ji sedî 17,5 û li Kirklareliyê jî ji sedî 18,3 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst