Firokeyên Tirkiyê quntara Gare û Metîna bombebaran kirin

19-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê ragihand, firokeyên cengî yên Tirkiyê şeş caran li pey hev derdora hejmarek gundên li nêzîk quntara herdu çiyayên Gare û Metîna bombebaran kirin. Li gor zanyariyên destpêkê, di bombebaranan de zirarên canî nebûne.

Çavkaniyekî ji qezaya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ji Rûdawê re ragihand, îro Duşem 19ê Nîsanê ji demjimêr 01:00 heya 02:30an çar firokeyên şer ên Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirin û herdu gundên Kurku û Binav li quntara çiyayê Metîn li sînorê qezaya Amêdiyê bombebaran kirin.

Heman çavkaniyê diyar kjr, firokeyên Tirkiyê herwiha gundê Kafiya û quntarê çiyayê Gare jî dane ber bombeyan.

Li gor zanayriyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî ve, li herêmê şeş caran dengê bombebaranê hatiye bihîstin, lê navçeyên ku ketine ber êrişê, avedan nînin û tenê baregehên gerîlayên PKKê lê hene, lê hinek caran xelkê navçeyê jibo çinîn û komkirina giyayên biharê û çandiniyê diçin wan navçeyan.

Têkildarî zirarên bombebaranên îro, çavkaniyê ji qezaya Amêdiyê ji Rûdawê re got, li gor zanyariyan heya niha ti zirareke canî nebûye, lê dengê bombebaranê û firokeyan bû sedema tirs û dilgiraniyek mezin di nava xelkê navçeyê de.

Rûdawê peywendî bi berpirsên îdarî yên wan navçeyan kir û wna ragihand, ku hêj derbarê êrişan de ti zanyarî negihîştiye wan û dema ku zanayrî bigihe wan ew dê daxuyaniyê bidin.

Di van demên dawiyê de, Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê pênc caran navçeyên ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst