Berbijêrê herî ciwan ê şaredariya Dêrsimê daxwaza piştgiriyê dike

19-03-2024
Ali Haydar Gozlu
Berbijêrê Şaredariya Dêrsimê Taner Yildiz /Wêne: Rûdaw
Berbijêrê Şaredariya Dêrsimê Taner Yildiz /Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Taner Yildiz
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Berbijêrê herî ciwan û serbixwe yê şaredariya Dêrsimê Taner Yildiz e. Derî bi derî digere û daxwaza dengan dike.

Li aliyekî di sektora xizmetguzariyê de dixebite û ji aliyê din ve propagandaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve dibe.

Berbijêrê 32 salî dibêje, divê ciwan bi awayekî çalak di nav siyasetê de cîh bigrin.

Yildiz projeyên xwe yên ji bo pêşketina Dêrsimê jî amade kirine.

“Armanca me jiyana Dêrsimê bigihe asta Ewropayê”

Berbijêrê Şaredariya Dêrsimê Taner Yildiz wiha axivî, "Ez li Dêrsimê dijîm û pirsgirêkên vê civakê dizanim.

Yek ji armancên me yên mezin jî ew e, jiyana li bajarê me bigihe asta Ewropayê û ji bo vê yekê çi ji destê min were ez dê bikim.

Ev ji bo min kêfxweşî ye. Ji bo vê yekê projeyên me amade ne û ez dê hewl bidim ku hemûyan bikim."

Welatiyên Dêrsimî jî eleqe û piştgiriyê nîşanî berbijêrê ciwan û serbixwe didin.

“Bi mirovatiya xwe û hunera xwe dixebite”

Welatî Tekin Çiçek “Bi budceya xwe, mirovatiya xwe û hunera xwe dixebite.

Ez jê re serkeftinê dixwazim û rêya wî vekirî be. Munzûr Baba û Gureyş Baba jê re alîkar bin.”

"Divê her kes li ciwanê me xwedî derkeve "

Welatî Turkan Erê got, "Ciwanên me guneh in, divê her kes li ciwanê me xwedî derkeve, ez vê dixwazim."

Şaredariya Dêrsimê niha di destê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê de ye lê rikeberên herî bihêz ê Taner Yildiz di hilbijartina 31ê Adarê de berbijêrên DEM Partiyê ne.

Herwiha Parlamenterê berê yê CHPyê Huseyin Aygun jî berbijêrê serbixwe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst