DOCUMENTARY – Umêdê Vejînê: Çîroka birîndarekî kîmyabarana Helebcê

19-03-2021
RÛDAW
Di vê dokumenteriyê de çîroka yek ji birîndarên kîmyarana Helebceyê Umêd Heme Elî tê vegotin
Di vê dokumenteriyê de çîroka yek ji birîndarên kîmyarana Helebceyê Umêd Heme Elî tê vegotin
Nîşan Omêdê Vejînê Helebce Kîmyabarana Helebcê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bandora kîmyabarana bajarê Helebce tenê di roja 16ê adara 1988an de nebû, lê belê heta niha jî bandoreke wê ya xirab li ser bajêr û xelkê wê heye.

Yek ji êşên xelkên Helebce ew e ku heta niha jî piraniya termên qurbaniyan nehatine dîtin û çareserî ji birîndarên kîmyabaranê re nehate kirin. Heta niha jî hewlên kolana wan gorên bi kom bê encam in, ji ber ku di wan goran de gazeke bi jehr derdikeve û kes nikare jê nêzîk bibe.

33 sal di ser karesata kîmyabarankirina Helebceyê re derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna 5 hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan.

Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê de her berdewam e.

Di vê dokumenteriyê de çîroka yek ji birîndarên kîmyarana Helebceyê Umêd Heme Elî tê vegotin:

Birîndarê kîmyabarana Helebceyê Umêd Heme Elî dibêje: “Herdem bavê min ji me re digot, piştî Rêkeftina Adarê ya 1970yî, rejîma Beis rojane hewl dide xwe bihêztir bike. Heta rewş gihişte radeyekê ku ji rêkeftinê vegeriya. Şer careke din gurr bû.  Êdî hikûmetê dixwest, bi çi bihayî be, navçeyên rizgarkirî dagîr bike. Piştî topbarana Qeladizê bi du rojan, 26ê Nîsana 1974an, hikûmetê Helebce bi napalmê bombebaran kir. Bavê min dibêje, dema esra wê rojê, bêhtir ji 50 kesî şehîd bûn. Bi sedan jî birîndar bûn û bi dehan mal wêran bûn. Di wê bobelatê de, mixabin, dêya min û xweha min şehîd bûn û ez bi awayekî seyr rizgar bûm.

Umêd Heme Elî wiha behsa dayîka xwe dike: “Rojekê, ez guman dikim sala 1980 yan jî 1981ê bû, kesek mir, kalikê min, bavê dêya min bû. Li heman taxa me niştecî bû, çend mal di nav me de hebûn. Hatin mala me û wan ji dolabê cilûbergan wêneyek derxist û bir. Berê, min ew wêne nedîtibû. Piştî ku wan wêne bir û kesûkarên me derketin beşdariyê di rêûresma şînê de bikin. Ez jî ligel wan çûm. Dema ez çûm, ji ber ku zarok bûm, ez li aliyê jinan bûm. Dema wan jinan wêne dît, qîrîn û girî bilindtir bûn. Xelk bi dilşewatî digiriyan û wan wêne maçî dikir.  Dema di vê derê re hatin, wan wêne anî. Mala kalikê min li vê derê bû, ligel malbata xalê min dijiya. Cihê şînê li vê derê bû. Dema çavên wan li wêne ket, girî û qîrîn li cihê şînê bilind bûn. Her yekî ji wan wêne dixwest û digot wêneyê Hemîde bidin min. Min dizanîbû ku navê dêya min Hemîde ye. Lê berê ti carî min ew wêne nedîtibû. Tew min diya xwe di xewnan de jî, nedîtibû. Ez li cihekî li wê qeraxê rûniştibûm. Min li wêne dinerî. Jin digiriyan û her ku wan wêne liba dikir, min jî serê xwe pê re dibir û tanî vî alî û wî alî. Min bi kûrahî li wêne dinerî.  Piştî bidawîhatina şînê. Her carê ez diçûm min wêne ji dolabê cilûbergan derdixist û lê dinerî. Ji bo min cihê şahiyê bû, min wêneyekî dêya xwe dît, ku min gelekî dixwest wê bibînim. Ev wêne di hemû jiyana min de ma bi min re. Heta niha jî ew di mobayla min de, bi min re ye û min wêne jî li malê daleqandiye û berdewam lê dinerim. Bavê min berdewam ji me re dibêje, li Helebceyê ew rastî bombebaraneke giran hatin û çawa balefiran bajarê Helebceyê bombebaran kir.

Şahidhalê li ser bûyera kîmabarana Helenceyê Elî Seîd jî got: “Ji ber ku ew xelk koçberî vê derê bûn. Hikûmetê êrîşên xwe berdewam dikirin. Li Seyid Sadiq û derdorê, gelek şer û pevçûn derketin. Hikûmetê dixwest êrîşî me bike. Berî du rojan ji Helebceyê, Qeladizê hate bombebarankirin, di encamê de gelek xwendekarên Zanîngeha Qeladizê birîndar bûn.

Umêd Heme Elî da zanîn ku Gelek caran êrîş kirin, lê dema ku li Erbet û Seyid Sadiq tûşî bezandinê bû, berê xwe da balefiran û hêza ezmanî, êdî bombeyên napalm û yên din, bi ser wan de barandin û wiha pê de çû: “Ez di himbêza dêdya xwe de bûm. Dema ku bombe bi ser mala me de ket, bi giranî birîndar bûm. Lê dêya min, ku ez di himbêza wê de bûm, şehîd bû. Wiha jî xweha min.

Elî Seîd wiha behsa rizgarkirina Umêd Heme Elî kir: “Sikakek hebû, diçû ber bi mala zilamekî ve, bi Mam Qadirê Qesab naskirî bû.Xelk direviyan. Me dît ku hemû ew kesên di vê jêrzemînê de bşn, hatin binaxkirin. Li wê derê, dema me kavil radikirin, Kak Umêd, di himbêza dêya xwe de bû. Wiha di himbêza wê de bû. Me serê wî paqij kir, rengê porê wî zerê vekirî bû. Porê wî ji axê hate paqjkirin. Bang kir, ev zarok hêj sax e, de ka em wî rizgar bikin.

Umêd Heme Elî da zanîn ku demaz ji dilovaniya dêya xwe bêbehr mam, ew di temenê yeksalî de bûm û got: “Ez ji malbatê û himbêza dêya xwe bêbehr mam. Ev êş demeke dirêj bi min re ma û hêj bi min re ye. Bavê min ligel kalikê min çûne Goristana Şêx Ismaîl, li Helebceyê û gor kolan. Di rêya vegera xwe de, ji bo veguhastina cenazeya dêya min, bi mebesta xaksipartina wê, wan cenazeya wê nedît. Diyar bû ku hinek kesên din, tîmeke din hebû, cenaze biribû û binax kiribû. Tiştê ku heta niha me û bavê me bêzar dike ew e ku em nizanin gorên şehîdên me li kûderê ne. Diyar e, penageha ku bavê min berê xwe dayê, mala bavê wî bû.Wan ez birim wê derê. Ez li cem kalikê xwe jiyam. Piştî şeş salan, bavê min careke din jin anî, êdî ez dîsa vegeriyam li cem wan bijîm. Piştre du xweh û birayekî min çê bûn. Xemên me bêhtir bûn. Lê berdewam min hest bi tiştekî dikir, lê tiştê ku ji destê min çû qerebû nedibû.

Umêd Heme wêneyê xwe yê piştî kîmyabaranê nîşan dide û dibêje: “Ev wêneyê min e. Mixabin bîranîneke min a xemgîn pê re heye. Ev wêne li newxeşxaneyeke Îranê hate kêşan. Wê demê min nema didît. Hevdîtin ligel min hate kirin, lê hingê ez kor bûm. Di heman demê de, ez ji goristanê vegeriyabûm. Me kefen li xwe dikirin.”

Heme da zanîn ku dema li nexweşxaneyê kesekî bi zimanê Kurdî ji wî re gotiye: “Şensê te gelekî baş bû ku wan tu anî nexweşxaneyê.  Rewşa te ya tendirustî ne cîgir bû.Tu ligel hejmarekê ji birîndaran bû, şehîd bûn û hatin kefenkirin. Tu hate şandin bo goristanekê. Lê diyar e bi saya Xwedê tu liviya. Wan dît ku tu di nav kefen de dilivî, êdî dema tu li nav kefen bû, wan wêneyê te girt. Em dixwazin, piştî kêlîkekê, hinek gotinên te werbigirin.”

Hemê wê heyamî bibîr tîne û dibêje: “Min û hevalê xwe şev derbas kir, heta roj li me derket, em di otomobîla barhilgir de bûn, di nav wan terman de. Me dikir hawar, lê kesek bi hawara me ve nedihat û hay ji me nebû.”

Di berdewamiya axiftina xwe de Heme got: “Sala 1980yî şerê navbera Iraq û Îranê destpê kir û bandorên wî şerî li her derê belav bûn. Heta bi fermanberan jî dihatin birin bo bereyên şer û xizmeta leşkeriya yedek. Bavê min yek ji wan kesan bû. Wan ew bire leşkeriyê. Bavê min, berî bûyerê bi du yan sê rojan, hatibû îcazeyê. Birayekî min ê biçûk hebû, navê wî Serxêl bû. Îcazeya bavê min bidawî hat û divabû vegere, lê birayê min gelekî giriya. Piştî bavê min, ew gelekî giriya, weke ku pêşbîniya tiştekî dikir. Weke ku ev hevdîtina dawî ye me dicivîne. Me hest bi hinek qerebalix û bêserûberiyê li bajar dikir. Liv û tevgereke neasayî hebû. Ji tirsa topbarana topan û bombebarana balefiran, em penayî jêrzemîna wê kargehê bûn, ku bavê min lê kar dikir, kargeha tûtinê. Gelek kesan xwe li wê derê vedişart. Rûberê jêrzemînê bi firehiya avahiyê berfireh bû. Em li wê derê bûn. Roja 15yê Adarê, balefir hatin û bombebaraneke himbiz li ser bajarê Helebceyê encam da. Ji cihên ku hatin bombebarankirin, avahiya ku me ligel xelkên taxên derdorê, xwe lê veşartibû. Êdî em û mala kalikê min û malbata mamê min û zarokên wan derketin û çûn jêrzemîna mala yekî ji kesûkarên me, li pişt kargehê. Em li wê derê heta sibeha 16yê Adarê şevder man. Dem nêzîkî 11:35 bû. Me dengê balefiran dibihîst. Piştî kêlîkekê, li jêrzemînê, min hest kir ku ba derbas dibe hundir û bêhna xazekê tê.Wan got, de ka em derkevin derdora Helebceyê, ber bi gundê Ebabîlî, ku ji Helebceyê dûr e. Otomobîla ku aniha li monûmenta Helebceyê ye, em li wê otomobîlê siwar bûn. Em derdora 25 kesan bûn. Li dawiya otomobîlê siwar bûn û çûn. Piştî derketina me ji jêrzemînê, em di hinek sikakan re derbas bûn. Hevdem ligel birêketina otomobîlê, ew kesên ku cihê wan di otomobîlê de nebû û xwe pê ve dadiliqand, diketin. Dibe ku ew yek bi sedema xazê bû ku wan dikêşa, êdî diketin.

Çend caran şofêr otomobîl rawestand ji bo ku tûşbûyan careke din siwar bike. Piştre li cihekî rawestiya. Diyar bû wî nema dikarîbû otomobîlê bajo, ji ber ku bandor li çavên wî bibû. Dawiyê otomobîla me li vê derê rawestiya. Ez gelekî tûş bibûm û rewşa min a tandirustî gelekî têk çûbû Dem ber bi nîvê şevê ve diçû. Min hest dikir dengên kesên ku hawar dikir, li derdora min kêm dibûn. Min hest dikir gelekî westiyane, lewma bêdeng bûn. Lê piştre, di dawiya şevê de, diyar kir ku hemû şehîd bibûn. Min dua dikir ku wan jidest nedim, ji ber ku min gelek êş dîtibû. Êdî nema dikarim xwe li ber êşine nû bigirim. Di wê demê de ku min bîr li van tiştan dikir, min dengê giriyekî bihîst. Weke ku dengê wî girîyî ji bin tiştekî derdiket. Ew dengekî xeniqî û ne zelal bû. Ez lê geriyam û min destê xwe peland, heta gihiştim zarokekê ku digiriya. Min ew ji nav laşên li ser hev komkirî, kişand. Ew digiriya û digot Ez dixwazim herim cem dêya xwe’. Dema axivî, min nas kir ku ew xweha min Xêlan e. Min got ‘Xêlana hêja, were himbêza min. Ev jî dêya me ye, li kêleka me razaye.’ Min baş dizanîbû ku şehîd bûne. Wiha jî birayê min, guman dikim ku temenê wî ne bêhtir ji 6 mehan bû. Di himbêza wê de bû, ew şîr dida. Mixabin, herdu bi hev re miribûn. Weke çawa bi min û dêya min re çê bibû. Heman dîmen bû, min careke din dît.

Umêd Heme wiha berdewamiyê dide çîroka xwe ya bidilêş: “Min nedixwest xweha min bizanibe ku şehîd bûne. Ew biçûk bû. Pênc-şeş salî bû. Gelekî ji tariyê ditirsiya. Bi xurtî min ew himbêz dikir. Wê digot: ‘Hest bi sermayê dikim. Ez ê herim di himbêza dêya xwe de razim.’ Hingê cilûbergên Kurdî li min bûn. Min piştêna xwe ya ji caw vekir û ew ji lingê wê heta rûyê wê bi wê piştênê pêça. Bi xurtî min ew himbêz dikir, heta ku ronahî derket û hin bi hin belav bû. Barê min girantir dibû. Bi zehmetî henaseya min diçû û dihat û min hest bi zuhabûna devê xwe dikir. Piştî ku bû sibeh, me li derdora xwe nerî. Hemû weke pelên Payizê ketibûn ser zeviyê. Bi her hawî, ji otomobîlê daketim û min xweha xwe Xêlan daxist. Min hest kir ku çogên min nema dikarin min hilgirin. Min nema dikarîbû birêve herim.. Herwiha min nedixwest ji wî cihî dûr biketama ku ew lê bûn. Me li wê û li otomobîlê dinerî. Me hest bi dengên otomobîlan kir. Dema hatin û em û otomobîl dîtin, wan dest bi wênekêşanê kir. Rojnamevanekî Îranî bû. Navê rojnamevanê ku wêne dikêşan (Ehmed Natiqî) bû.

Hinek kesên sax jî hebûn, lê tûşbûyî bûn, li nav otomobîlê û li hin cihên din. Piştî wênekêşanê, wan em bi otomobîla xwe ya ku pê hatibûn, hilgirtin. Em birin cihekî li wê derê daxistin.. Wan xweha min Xêlan ji min sitand. Min got: ‘Ev xweha min e, me ji hev cuda nekin.’ Wan got: ‘Rewşa te ya tendirustî gelekî xirab e û em ê we bi hev re bişînin nexweşxaneyê li Îranê ji bo çareseriya tendirustî.’ Berî ku min têxin helîkopterê. Ez li hişê xwe bûm, êdî em ber bi (Çiyayê Şinroy) ve birin.

Piştî Umêd Heme li helîkopterê siwar dikin êdî ew ser hişê xwe diçe û dema tê li ser hişê xwe dibînî ku ew li Îranê ye. Heme wiha behs dike: “Dema şiyar bûm, min dît ku ez li nexweşxaneyekê me. Piştî ku em veguhestin kampan. Demekê li wê derê mam. Ti kes ji kesûkarên min li wê derê nebû. Xelkên Helebceyê li nav kampan digeriyan, pirsa malbat û kesûkarên xwe dikir. Kesek hat û min jê pirsî: Gelo te kesek ji malbata min û mamên min nedîtiye? Got: Na bi Xwedê. Lê li (Kampa Senxer) gelek kesên taxa (Kanî Aşqan) hene, dibe ku li wê derê bin. Sibeha roja din, ez çûme bajarokê (Senxer). Li wê derê min pismamê xwe (Dana) ligel du xwehên wî dîtin. Pismamê min Dana got: Xweha te Xêlan li vê derê ye. Min got: Li kû derê? Got: Li dibistanê. Dema em gihiştin wê derê, min dît ku li hewşê ligel hejmarekê ji zarokan dilîze. Dema min bang lê kir û wê ez dîtim. Min hest bi xemgîniyeke mezin kir. Ew bi bazdan û bi girî ber bi min ve hat. Berî ku bigihêje min, kete erdê. Êdî ez lê hatim xwarê û bigirî min ew himbêz kir. Ji me herduyan, rewşeke gelekî azardar bû. Xwedêyo, ev hemû çi ye, çima em tûşî van azaran hemûyan dibin!

Ligel çend hevalên ku li kampê bi wan re bûm. Dem Havîn bû. Çiyayek li derveyî kampê hebû. Me li serê çiyê berf didît. Wan got, ka em herin hinek berf bînin. Dem sibeh bû, lê dema em vegeriyan roj diçû ava. Kesek bi bazdan ber bi min ve dihat. Got: Umêd! Min got: Belê. Got: Bavê te hat. Mizgîniyeke gelekî baş bû. Dema ji min re got: Bavê te hat. Min got: Ka li kû derê ye? Got: Li cem konê we ye. Diyar bû, bavê min dema li leşkeriyê bû, bihîst ku Helebce hate kîmyabarankirin û kesek lê nemaye û hemû şehîd bûne, tenê hinek kes hatine veguhestin bo Îranê. Dema ez ber bi wî ve çûm. Bavê min, bi awayekî diyar bû ku berê min ew wiha nedîtibû. Riha wî dirêj bibû û simbêlên wî tevlî riha wî bibûn û porê wî jî dirêj bibû. Dema me hevdu dît, me hevdu himbêz kir. Digiriya û ji min pirsî. Wî nav li dû nav gotin.

Heme da zanîn ku piştî Raperîna Mezin a Bihara 1991ê bavê min ji Îranê vegeriya û wiha pê de çû: “Herwiha xweha min jî vegeriya û ligel dapîra min li maleke kirê li (Serçinar)ê dijiya. Em gihane hev. Sala 2003yan, min biryar da jiyana hevjîniyê bikim, êdî min dest bi jiyaneke nû kir. Min got, bila em qonaxa êşê derbas bikin. Divê ez li ser pêyan rawestim. Her divê ez êş û azaran bikim bîranîn.

Li Monûmenta Helenceyê Umêd Heme fermanber e û wiha behsa karê xwe dike: “Ez li monûmenta Helebceyê fermanber im. Rojane xelk serdana monûmentê dikin. Çîroka biêş ku ez û xelkên bajarê min, em tê re derbas bûn, ji wan re vedibêjim.Li nav monûmenta Helebceyê wêne û hinek cilûbergên mayî yên şehîdan, hene. Em wan nîşanî mêvanan dikin ku ji derve û ji navxwe û ji navçeyên cuda yên cîhanê têne vê derê. Ev wêneyê ku li vê derê hatiye nîşandan, yê goristanekê ye li Îranê. Li Tehranê, çend beş ji bo şehîdan terxan kirin, ku li nexweşxaneyên Îranê şehîd dibûn. Herdem hêviya min di jiyanê de heye. Min gelek azar kêşan û gelekî giriyam, lê min ti ber jê wernegirt.

Umêd Heme diyar kir ku birîndarên kîmyabaran Helebceyê hatine piştguhxistin û got: “Tevî ku jiyana me ya niha zehmet e jî, rewş gelekî zehmet e. Lê weke delalî û gazinê ji hikûmeta me, ez nikarim bibêjim ku daxwazên min hene. Daxwaza îmtiyazekê bimkim, piştî 32 salan yan piştî 47 salan, ku ez kesekî tûşbûyî me. Weke tûşbûyekî di du bobelatan de, min kartek wernegirtiye tekez bike ku ez tûşbûyî me. Lê hemû belgeyên tekezkirinê li cem min hene û Helebce hemû şehdebûnê dide. Wêne, tomar û vîdyo hene, ez tê de diaxivim û kefen li min e. Ev yek min bêzar dike. Hevjîna min jî berdewam pirsa vê yekê ji min dike. Ji bo vê hevdîtinê jî, wê digot: Neçe, ji ber ku berdewam tu çîroka xwe ya biêş vedibêjî, û her ku hevdîtinekê ligel te dikin, rewşa te xirab dibe, êdî heta heftiyekê tu nema vedigerî rewşa xwe ya asayî û tu xemgîn dibî. Ji ber vê sedemê jî bavê min û xweha min beşdariyê di hevpeyvînana de nakin û çîroka wan bûyerê diltevzên venabêjin. Karesat û bobelatên gelekî mezin hatin serê me, li Helebceyê. Mixabin em hatin piştguhxistin û guhdana pêwîst bi me nehate kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst