AMED - Atolyeya Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî tê sazkirin

19-02-2024
Nîşan Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) Atolyeya Xwendina Bilez Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) bi helkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî saz dike.

GGCyê 18ê Sibata 2024an bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî saz bikin.

Civaknas û Fêrkera Xwendina Bilez Leyla Aytek dê 21ê Sibatê li Avahiya Sumerparkê ya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat atolyeya "Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî" saz bike.

Atolye, dê teknîka xwendina bilez pêşkeşî beşdaran bike.

Herwiha dê derfetê bide beşdaran ku di vî warî de piratîkan bikin.

Beşdar dê bi pêşengiya Leyla Aytekê, şiyana xwe ya têgihiştin û xebatên nivîsînê bi pêş ve bibin.

Naveroka perwerdeyê:

1. Xwendina Bilez çi ye?

2. Ji bo çi xwendina bilez girîng e?

3. Testa amadekariyê û pratîkê

4. Xeletiyên Xwendinê

5. Rê û rêbazên bi fêmdarî xwendina bilez

6. Rahênanên çav

Agahiyên li ser dem û cihê atolyeyê jî bi vî rengî ne:

Dîrok: 21.02.2024

Saet: 17.00-19.00

Cih: Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat / Avahiya Sumerparkê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst