Welatiyên Cindirêsê ji nebûna alîkariyan bi gazin in

19-02-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Welatiyên Cindirêsê ji nebûna alîkariyan bi gazin in
Welatiyên Cindirêsê ji nebûna alîkariyan bi gazin in
Nîşan Erdheja Mereşê Erdhej Efrîn Cindirês
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cindirêsê yê Rojavayê Kurdistanê hêj jî rewşa xelkê xerab e, xelk dibêjin alîkariyên pêwîst nagihe wan, daxwaz dikin çadir û alîkarî ji bo wan bên pêşkêşkirin.

14 roj bi ser erdehjê derbas bûne, lê heta niha jî gelek kes hene ku li Cindirêsê konek jî wernegirtine bo ku têde bijî. Xelkê  bajarokê Cindrêsê yê ser bi herêma Efrînê gazinana ji kêmbûna akîjariya û awayî dabeşkirinê dikin.

Bi sedema erdheja 6ê Sibatê, hêj rewşa bajarokê Cindirêsê û gundewarê wê nahiyeya ser bi Efrînê, weke xwe ye, û gazina xelkê ji kêmbûna alîkariyan heye.

Ziyandîtî û lêqewimiyên wê karesatê, behsa êş û azarên xwe dikin û banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar ku hay ji wan hebin.

Nişteciyekî dibêje: “Malên me xirab bûne û kesûkarên me mirine. Em dixwazin alîkarî ji me re were. Kes alîkariya me nakin, eger tenê hûn bikin. Pêwistiya me bi çadiran heye.”

Nişteciyê Cindirêsê Hisên got: “Sê mirovên me çûn. Di bin kavilên bînayê de mirin, me ew derxistin û veşartin. Em yên din li holê mane, ma bi ku derê ve herin.”

Hinek malbatan 18 endamên xwe û 50 kesûkarên nêzîkî xwe jidest dane, gelek jî, li ber seqem û sermayê mane.

Nişteciya Cindirêsê Diyal Hesen jî got: “Di malê de 18 kes mirin, ev yên hevjînê min bûn. Mirovên me jî mirin. Keça xalê min bi zarok û hevjînê xwe re hemû mirin. 50 kes ji mirovên me mirin.”

Li Cindirêsê malbatên Erebên Hawirdekirî jî, ketine ber ziyanên erdhejê.

Yek ji çîrokên vê rewşê, canjidestdana endamên 14 malbatan e, ku tenê kuerkî wan û 3 kesên din ji erdhejê rizgar bûne.

Rizgarbûyek ji malbateke Erebên hawirdekirî li Cindirêsê jî got: “Em li wê avahiyê niştecî bûn, berbangê yekem erdhej çê bû, yekem car bavê min ji me re got, bimînin, lerzîneke sivik e, em vegeriyan ji bo razin, êdî ew avahî ruxiya, em bezdan, piştre ev avahî ruxiya, heya pêr 50 kes ji me mirin û 3 kes zindî man."

Di nûtirîn amarên xwe de, Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandiye: Berî erdhejê, bêhitr ji 115 hezar nişteciyî li wî bajarokî dijiyan, lê bi sedema erdhejê hemû ketine jêr hêla hejariyê û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye. Derdora 5 hezar kesî birîndar bûne û 1 hezar û 100 kesî canên xwe jidest dane. 39 kampên hewandina xelkên derbiderbûyî hene, ew 3 hezar malbatê li xwe digirin.  Lê hêj 1 hezar û 50 malbat xizmetguzarî ji bo wan nehatiye kirin. Ziyan gihiştiye 1 hezar û 110 avahiyan. Lê 278 avahî bi tevayî têk çûne û wêran bûne.

Du heftî bi ser erdhejê re derbas dibin, lê bi ser êşa xelkên Herêma Efrînê de, di nav de jî Cindirês û Şiyê, encamên azardar û diltevzên ên wê erdhejê, dê gelekî dirêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst