Nêçîrvan Barzanî: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê aramiyê vegerîne navçeyê

19-02-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Nils Schmid Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê Şingal Kurdên Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel berdevkê Lêjneya Derve ya Parlamentoya Almanyayê de ragihand, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê bibe sedema vegera Êzdiyan bo cihên xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyem roja Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de pêşwazî li Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Nils Schmid kir. Di civînê de gefên Daiş û dirêjkirina dema erkê hêzên Almanî li Iraqê gotûbêj kirin. Her wiha behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pirsa koçberan li ser sînorê Belarusiyê kirin.

Nils Schmidt kesayetiyekî naskirî yê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê ye û di dema borî de çendîn civîn ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê pêk anîbû. Her wiha Schmid di pesendkirina dirêjkirina rahênan û Almanya li gel hêzên Pêşmerge û hevkarîkirina bi Kurdistanê re xwedî roleke giring e.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya koçberan û dirêjkirina dema erkê hêzên Almanyayê li Iraqê spasiya Almanya û welatên dost ên Ewropayê kir.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser bi rewşa penaberên Êzdî kir û ragihand, eger rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin, dê derfeteke baş be ji bo xelkê Êzdî da ku vegerin cihên xwe.

Di 9ê Cotmeha 2020an de berdevkê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî serokwezîr serperiştiya rêkeftineke taybet li ser Şingalê dike ku desthilata hikûmeta federal li wî bajarî bihêz bike. Ev rêkeftin ji aliyê hejmareke berçav ji welatên cîhanê jî hat pêşwazîkirin.

Her du alî li ser pirsa demokrasî û avadankirin û bihêzkirina saziyan li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û hevdeng bûn ku Almanya û welatên dost di vî warî de hevkar û alîkar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst