Serok Barzanî pêşwazî li konsûlê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir

18-12-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Memet Mevlut Yakut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Memet Mevlut Yakut kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û rewşa siyasî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Bareghe Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku îro Yekşemê Serok Mesûd Barzanî li Selaheddînê Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Memet Mevlut Yakut kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û girîngiya asayîş û aramiya Iraq û Kurdistan û bandora wê ya li ser aramiya navçeyê û her wiha dostayetî û peywendiya aborî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê hate nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêwîstiya bi cîh kirina rêkeftina di navbera aliyên siyasî û rengvedana wê ya li ser biryarên hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Herwiha Baregeha Barzanî da zanîn ku hevdîtinê de behsa girîngiya bi cîhkirina rêkeftinnameya Şingalê û vegerana koçberan li ser warên bab û bapîrên xwe û dawî hatina êş û azar û jiyana koçberiya xelkê devera Şingalê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst