VIDEO - Berfê Qerejdax spî kir

18-12-2021
RÛDAW
Li Qerejdaxê berfa yekem a salê bariya
Li Qerejdaxê berfa yekem a salê bariya
Nîşan Qerejdaxê Berf Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Qerejdaxa ku 45 kîlometre dûrî navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve ye û ji asta deryayê 1919 kîlometre bilind e, berfa yekem a îsal bariya.

Li navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya ser bi navçeya Sêwregê ve bilindbûna berfê gihişt 15 santîmetre û ji ber berfa zêde rêya wê hat girtin.

Li cihên bilind yên bajêr barîna berfê ku şeva borî destpê kir heta niha jî berdewam e û li navenda bajêr jî piranî baran dibare.

Berfê rêya gelek gund û bajarokan girt

Li parêzgehên Çewl’g, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên zêdeyî 306 gund, gundik û bajarokan hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Reveberiya Keşnasiyê li parêzgehên Mûş, Colemêrg û Bedlîsê tê pêşbînîkirin ku dê berf û baraneke zêde bibare û pileya germê dê bi roj heta bin sifirê dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst