Piştî 24 salan 2 girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê hatin berdan

18-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kurd Girtiyên siyasî yên Kurd Walî Dirûdî Omer Îmamî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du girtiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê piştî 24 salan ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin berdan.

Li gor agahiyan, herdu girtiyên siyasî yên Kurd Walî Dirûdî û Omer Îmamî ku xelkê Kamyaran a Sineyê û Cuwanro ya Kirmaşanê ne û li zîndana bajarê Yezdê yê Îranê girtî bûn, roja Sêşemê 17ê Kanûna 2019an piştî 24 salan hatin berdan.

Walî Dirûdî û Omer Îmamî di Gulana 1996an de piştî pevçûneke çekdarî di navbera pêşmergeyên Hiza Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û hêzên Supaya Pasdaran a Îranê li bilindahiyên Çiyayê Şaho li parêzgeha Kirmaşanê hatibûn girtin.

Li gel wan, du pêşmergeyên din ên PDKÎyê yên bi navê Mihemed Muradî û Elî Salihî jî dîl ketibûne destê hêzên Îranê.

Di heman salê de her çar kes bi tohmeta Muharibe ango Dijatîkirina Xwedê û endamîtiya Hizba Demokrata Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Şoreşê li Kirmaşanê ve hatibûn dadgehîkirin.

Dadgehê derbarê Walî Dirûdî û Omer Îmamî de biryara girtina heta hetayê dabû û li ser Elî Salihî û Mihemed Muradî de biryara 20 sal zîndanê hatibû sepandin.

Piştî biryara dadgehê, her çar girtiyên Kurd bo girtîgeha Dîzil Ava ya Kirmaşanê hatin veguhastin, lê piştî 10 salan, Walî Dirûdî û Omer Îmamî bo girtîgeha bajarê Yezdê hatibûn şandin.

Elî Salihî û Mihemed Muradî piştî 20 salan û temambûna dema hukmê wan, hatibûn berdan û Walî Dirûdî û Omer Îmamî piştî 21 salan biryara girtina wan a heta hetayê bo 25 salan hatibû kêmkirin.

Azadkirina wan herdu girtiyên siyasî yên Kurd di demekê de ye, ku danûstandin di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê û hikûmeta Îranê de bi navbeynkariya rêxistineke Norwêjî berdewam in.

Walî Dirûdî xelkê gundê Çirosanê li bajarê Kamyaranê ya ser bi parêzgeha Sine ve ye.

Omer Îmamî jî xelkê gundê Kilaş ê ser bi bajarê Cuwanro ya Kirmaşanê ve ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst