ENKSê li Qamişlo banga Partiya Pêşverû gotûbêj kir

18-12-2018
RÛDAW
Endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê îro li Qamişlo civiyan
Endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê îro li Qamişlo civiyan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS Partiya Peşverû
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Endamên Emîndariya Giştî yên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Qamişlo civiyan û banga Partiya Pêşverû û mijara destûra Sûrî gotîbêj kirin

 

Partiya Pêşverû bang li ENKS, TEV-DEM û hemû aliyên Kurdî kir ku, ji bo roja Pêncşema bê, li hev bicivin û pilanekê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê deynin.

 

Endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê îro Sêşemê (18.12.2018) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiyan û banga Partiya Pêşverû û mijara destûra Sûrî nirxandin

 

Li gorî jêderên taybet ên Rûdawê, ENKS beşdarî dê civînê nabe, û dê sibe daxuyaniyekê derbarê vê bang bide.

 

Li aliyê din di civîna ENKSê de behsa komîteya destûra Sûrî hate kirin û endamê emîndariya giştî Muhsin Tahir ragihand ku heta niha hikûmeta Sûriyê û Opozisyona Sûriyê li ser lîsteyên hatine kandîdkirin bo komîteya destûrî, nakok in.

 

Partiya Pêşverû dest bi çend gavên praktîkî kiriye, daku tevahiya aliyên siyasî bi berprisiyariya xwe rabin

 

Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş daxwazê dike ku tevahiya aliyên Kurdî di roja 20 vê mehê de li bajarê Qamişlo bi hev re bicivin daku helwesteke yekgirtî li hember gefên Tirkiyê bê avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst