Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku grûpeke diz û qaçaxiyên neftê hatiye desteserkirin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li hemberî nehiştina gendelî û destwerdana di mal û milkên giştî de bo cibîcikirina yasayan hêzên ewlehî û Rêveberiya Asayîşê operasyonek pêk anîne.
Li gor daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di encama operasyona navborî de grûpeke ji 6 kesan pêk dihat ligel 4 kesên sivîl û 2 endamên asayişî hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku ew kesane tevlî karên neyasayî bûne û nefta Kurdistanê didizîn û bi qaçaxî difirotin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tekez kir ku di çarçoveya yasayan de miamelê ligel wl grubû tê kirin û lêkolîna derbarê wan de berdewam e.
Herwiha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêje bila xelkê Kurdistanê piştrasbin ku ew dê li ser erka xwe berdewam bin û ew rê nadin destdirêjî li hemberî mal û milkê giştî bêne kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse