Parlamenterê HDPê: Sedema birrîna daran dijminatiya gelê Kurd e

18-09-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Meşa Cûdî Birrîna Daran Huseyîn Kaçmaz
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) - Çalakiya saziyên civakî û partîyên sîyasî ya ji bo protestokirina birrîn û talankirina darên li çiyayên Şirnexê ji aliyê hêzên cendirme û polîsên Şirnexê ve bi ava şid û gaza rondijrêj hat astengkirin. Parlementerê HDPê yê Şirnexê Hiseyîn Kaçmaz di dema çalakiyê de di derbarê birrîna daran de got “Sedem dijminatiya gelê Kurd e. Dijminatiya xwezaya Kurdistanê ye

Bi armanca protestokirina birrîna darên Şirnexê bi hezaran welatî ji bajarên cûda ên bakûr li gel siyasetmedaran ji demjimêrên serê sibehê ve li Êlihê kombûn û bi otomobîlan hatin Şirnexê. Di rêwîtiya çalakvanan de ew li gelek xalên asayişê hatin rawestandin û rêgirî li wan hat kirin.

Kebanî Sureya Yilmaz got “Ez ji Qoserê ji bo daristanê hatime, bila daristanê nebirrin. Bila darêstanên me nebirrin doza wan çî ye, ka doza çi dikin.”

Welatî dibêje “Armanca me qetlîama li ser xwezayê bidin rawestandin.”

Welatî diyar kir “Li kuderê cîhek vala dibînin dişewitînin.”

Welatî ragihand “Bila dar û berên me neşewitînin. Bila ji nifşê me yê paş re jî bimîne.rûxandineke mezin dikin.”

Welatî anî ziman “Em ji bo daran diçin. Em ji bo aştîyê diçin. Em naxwazin tu bimrî ew bimrin.”

Esnaf Fesîh Karataş desnîşan kir “Esker û cerdevan dar û ber bi me ve nehîştin.Tevî talan kirine.”

Welatî Gulten Tekîn got “Bila jiyanê nekujin. Jiyana me talan nekin. Dar û deviyên me nebirrin. Ew jiyana me ne. Hebûna me ye, hebûna zarokê me ye.”

Ji bo çalakvanên ku xwe gîhandin qada çalakiyê tevdîrên tund ên asayîşê hebûn û rê nehat dayîn ku ew ber bi Cûdî ve bimeşin. Tevî muzakereyên her du alîyan jî hêzên ewlehîyê bi xaza rondikrêj û ava şid mudaxale li çalakvanan kirin û di encamê de bi dehan çalakvan bi xaz û ava şid birîndar bûn.

Parlementerê HDPê yê Şirnexê Hiseyîn Kaçmaz dibêje “Gelê me ji qirkirina xwezaya Kurdistanê ne razî ne. Bi dehan caran di parlementoyê de di komîsyonan de me vê mijarê anîye ziman. Me 25 caran pêşniyazpirs ji parlementoyê kirîye. Me got ji ber çi hûn xwezaya Kurdistanê, ji bo çi hûn daristanên Cûdiyê, Gabarê, Bestayê talan dikin û qirdikin. Lê tu bersiv nadin. Em zanin ji ber çi bersiv nadin. Bersiva wan diyar e. Sedema vê zîhniyetê diyar e. Sedem dijminatiya gelê Kurd e. Dijminatiya xwezaya Kurdistanê ye.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk ragihand “Rojava dişewitînin. Çîyayê Dersim û Çewligê dişewitînin. Armanc xilaskirin û tunekirina gelê Kurd e.”

Di çalakiya protestokirina birrîna daran de beşdarvan bi dirûşm û pankartan bertek nîşan dan û bi daxûniyê çalakî bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst