Efrîn: Grûpên çekdar 70 dar birrîn û 7 xanî firotin

14-07-2023
Loloxan
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Birrîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bilibilê ya Efrînê, çekdarên grûpa Siqûr Ceyyan a ser bi Tirkiye ve 70 darên zeytûnan birrîn bi armanca li bazarê wek êzingan bifiroşin. Herwiha çekdarên artêşa niştîmanî ya opozisyonê ya ser bi Tirkiye ve dest danîn ser 7 xaniyên Kurdan.

Hevdem li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 13ê Temûzê  li gundê Tirindê û taxa Eşrefiyê yên Efrînê, çekdarên artêşa niştîmanî ya opozisyonê ser bi Tirkiye dest danîn ser 7 xaniyên wan Efrîniyên ji ber şer reviyane û piştre her xaniyek di navbera 900 heta 2500 dolaran firotin.

Herwiha li gundê Dar Kirye li navçeya Mabata ya Efrînê, çekdarên grûpa el-Hemze ser bi Tirkiyê ve dikanek talan kirin, di dema ti aliyekî peywendîdar li navçeyê bersiva giliyê xwediyê dikanê neda.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, di meha Hezîrana borî de, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve li seranserê herêma Efrînê 25 kes girtine û revandine.

Dagirkirina Efrînê

Di18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye hat dagîrkirin, ji wê demê ve zêdetirî 400 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan zêdetirî 400 hezar malbatên biyanî yên parêzgehên Sûriyê hatine bicihkirin.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst