Bedran Çiya Kurd armanca Rêveberiya Xweser a sereke eşkere kir

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Bedran Çiya Kurd Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hewlêr Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Badran Çiya Kurd diyar kir ku ji sala 2019’an ve bi navbeynkariya Rûsyayê danûstendin tên kirin. herwiha Bedran Çiya Kurd got ku helwesta wan derbarê “rejîma Sûriyê” de naguhere. Armanca wan ya sereke guhertina makezagon û siyaseta navxweyî ya Sûriyê ye.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Badran Çiya Kurd bal kişand ser hebûna hemahengiyeke leşkerî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyê de, lê bêyî ti têgihîştina siyasî.

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd behsa nûtirîn pêşhateyan kir, derbarê hevtêgihiştin û danûstandinên Rêveberiya Xweser ligel hikûmeta Sûriyê li aliyekî û ligel aliyên opozisyonê yên navxwe û derve, di nav de jî Îtîlafa Opozisyona Sûriyê jî behsa nûtirîn pêşhateyan kir.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Badran Çiya Kurd diyar kir ku ev hemahengî ji sala 2019’an ve bi navbeynkariya Rûsyayê tê kirin û di heman demê de banga diyalogê li hikûmeta Sûriyeyê kir.

Bedran Çiya Kurd got ku helwesta wan derbarê “rejîma Sûriyê” de naguhere. Armanca wan ya sereke guhertina makezagon û siyaseta navxweyî ya Sûriyê ye.

Herwiha Çiya Kurd dibêje “Di derbarê têgihiştin û danûstandinên Rêveberiya Xweser û rejîmê de ti guhertin çênebûye û ti diyalog û lihevkirinek siyasî nîne.”

Di derbarê muxalefetê de jî Çiya Kurd diyar kir ku ji bo di pêşerojê de ji bo hêzên demokratîk konferanseke Sûriyeyê bê lidarxistin dê civîn û nîqaş bên kirin û got "Ev xebat gihişte qonaxa dawîn û dibe ku di payîzê de pêk were."

Li aliyê din Çiya Kurd amaje bi wê yekê jî kir, ku ew nikarin bi opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê re li hev bikin, heta ku dev ji ajandaya Tirkiyê bernedin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihand “Em bi hemû blok û komên opozîsyonê yên li hundir û derveyê Sûriyê re danûstandinê dikin. Lê em nikarin bi muxalefeta girêdayî Tirkiyeyê re têkiliyan deynin ji ber ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker in û binpêkirina mafên mirovan ên gelên herêmê didomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst