HSDê li Dêrezorê çekdarekî DAIŞê girt

18-07-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrezor DAIŞ HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çekdarekî DAIŞê li bajarê Dêrezorê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan li gundewarên bajarê Dêrezorê çekdarekî rêxistina DAIŞê girtine ku plana "êrîşên terorîstî" bo ser hêzên wan ên leşkerî û kadroyên saziyên xizmetguzariyê li navçeyê dikir.

Li gor navenda navborî, HSDê dest danî ser hejmarek çek, teqemenî û alavên peywendiyan jî.

Ev di demekê de ye ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de 4 fermandarên DAIŞê û Qaîdeyê li navçeyên bakur û bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê de ne, ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ û HSDê ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst