Li Wanê 11 leşker birîndar bûn: Rewşa 6 leşkeran giran e

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya Wanê wesayîta leşkeran qulibî û 11 leşker birîndar bûn.

Li navçeya Elbakê Wana Bakurê Kurdistanê li nêzîkî gundê Xaşkanê  wesayîteke zirxî ya leşkeran dema derketibû dewriyeyê qulibî.

Ajansa DHAyê eşkere kir ku ji ber wergerana wesayîtê 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê hêzên cendermeyan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê leşkerên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Elbakê.

Li gorî zanyariyan rewşa 6 birîndaran giran e.

Tîmên tenduristiyê her 6 leşkerên rewşa wan giran paşê veguhastin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst