Ciwanê Kurd 3 rojan piştî daweta xwe canê xwe ji dest da

18-05-2023
RÛDAW
Îdrîs Osmanzade û Mobîna Derwîşniya
Îdrîs Osmanzade û Mobîna Derwîşniya
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Serdeşt Bane Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê sê rojan piştî daweta xwe di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da û hevjîna wî jî bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyan, Îdrîs Osmanzade (22 salî) xelkê gundê Şalge yê Serdeştê pêr Sêşemê 16ê Gulanê tevî hevjîna xwe Mobîna Derwîşniya di bûyereke trafîkê de li ser rêya Bane-Serdeştê birîndar bibûn.

Piştî demekê Îdrîs Osmanzade ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da, lê hevjîna wî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

Li gor zanyariyan, Îdrîs Osmanzade tevî hevjîna xwe ber bi gundê Zirwawa Jêrîn ê li navçeya Baneyê ve ku mala xwezûrê wî lê ye, di rê de bûne, ku rastî bûyera trafîkê hatine.

Çalakvanên Serdeştê dibêjin, rêya Serdeşt-Baneyê ku herdu parêzgehên Sine û Urmiyê bi hev girêdide, rêyeke qelebalix e, lê belê ji ber xirabiya rê her sal gelek bûyerên trafîkê li ser wê rêyê çêdibin.

Li gor amarên rêxistina Pizîşka Dadê ya Îranê, rêjeya mirina bi bûyerên trafîkê li wî welatî li gor sala bihorî %16 zêdetir bûye. Sala bihorî li Îranê 19 hezar û 237 kesan di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane, ku 2 hezar û 247 kes ji wan li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst