Li Amedê bav û kur bi tohmeta kuştina zavayê xwe hatin girtin

18-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bav û kurê bi gumana kuştina zavayê xwe hatibûn desteserkirin, derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn.

Li navçeya Yenişehîr a Amedê V.A. bi îdiaya, 16ê Gulanê di mala xwe ya li taxa Şehitlikê de zavayê xwe Ozcan Kiliç (40) bi demançeyê kuştye, ligel bavê xwe M.A. hatibûn desteserkirin.

Karûbarên .A û bavî M.A  yên yasayaî li navenda ewlehiyê bidawî bû bo dadgehê hatin şandin.

Piştî lêpirsîna dozgeriyê, herdu guman ji hêla dadgeriya cezayê sulhê ya nobedar ve bi tawanê kuştina zavayê wan hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst